Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin

  • jin
  • 13:08 31 Kanûn 2019
  • |
img
ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP'ê peyama 2020'an weşand û diyar kir ku wekî sala 2019'an dê di sala 2020'an de jî li dijî pergala qeyûm ku dixwazin li welat ava bikin têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo sala 2020'an peyamek weşand. Meclîsa Jinan a HDP'ê anîn ziman ku dê di sala 2020'an de li dijî polîtîkayên ku dijminantiya jinê dikin serî netewînin û bi rêngê jinê tekoşîna xwe bêtir mezin û bilind bikin û wiha gotin: "Me jinan, li dijî polîtikayên ku dijminantiya jinê dike serî netewand û em serî natewînin. Wekî sala 2019'an, em dê di sala 2020'an de jî li dijî rejîma qeyûm ku dixwazin li welat ava bikin têkoşîna xwe berdewam bikin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê, li dijî jinên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava siyasetê de cih digirin, li dijî tevgerên feminist û jinên muxalif ên jinan, êrîşên xwe berdewam dike. Dixwazin têkoşîna jinê kriminalize bike û rêxistinbûna jinê lawaz bike. Li aliyekî qeyûm tayînî şaredariyan kir, li aliyê din pergala hevserokatiyê û saziyên jinan kriminalize dike. Bi daraz û medya xwe vê yekê reş dike. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê mlmi dijî tevgera jinan, meclîsa jinê ya HDP'e û TJA'yê êrîşên xwe didomînin. Dixwazin jinan li dervê jiyanê û siyasetê bihêlin û jinê bê vîn bihêlin. Bi îdîanameyên vala xebatên TJA û rêveberiyên herêmî wekî "Sûc" nîşan dan. 
Hemû xebatên jinan sûc dibînin. 
 
Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê, me serî li hemberî van polîtîkayan serî netewand û ji niha û şûnde jî em serî li hemberî wan natewînin. Wekî sala 2019'an em ê di sala 2020'an de jî li dijî rejima qeyûm têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Hevserokatî Xeta me ya Xemrî ye. Xebatên jinê nayên Kriminalizekirin. Bijî Piştevaniya Jinan."