Fîlîz Kerestecîoglu: Bi mîlîtarîzmê tundiya li ser jinê zêde dibe

  • jin
  • 17:29 29 Kanûn 2019
  • |
img
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, di forma "Şer, şîdet û binpêkirina mafan" a TJA'yê de axivî û got: "Şerên ku li ser gotina namûsê derdikeve, hişmendiya baviksalarî pêş dixe. Bi mîlîtarîzma li Tirkiyeyê jinê bêtir ji qadê dûr dixin. Bi mîlîtarîzmê tundiya li ser jinê zêde dikin. " 
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya HDP'ê  forma "Şer, şîdet û binpêkirina mafan" li dar xist. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA'yê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokên Şaredariyan û gelek kes beşdarî forûmê bûn. Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgin forum pêş kêş kir. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, Parêzer Gazal Koruman, Parêzer Oyku Çakmak wek axaftvan beşdarî forûmê bûn. Forum bi rêzgirtina ji bo jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin. Fîlîz Kerestecîgolu di forumê de axivî û got: "Şer herî zêde zirarê dide jinan. Şer mejiyê mirov dagir dike. Zextên li ser nasmaneya gelê Kurd û di heman demê de li ser zimanê kurd bû sedema êşên giran. Jin bi ji ber aloziyê bi tundiya zayendî û laşî rû bi rû hatin hiştin. Loma em mezinkirina hêza jinê diparêzin. Li ser vê axê bi awayekî zêde êş, sirgûn, koçberî hatine dîtin. Em li dijî van êşan derkevin an bêdeng bisekinin? Divê em bifikirin. Aştî ne bi hevdîtinin li paş maseyan ancax bi civakê re mirov bibe yek û bê gel hevdu pêk were. Bi rêya aştiyê ew ê lihevkirin pêk were."