‘Butçeya aqilê mêr e, ji sedî 1 jî para jinê di vê butçeyê de tune ye'

  • jin
  • 09:13 29 Kanûn 2019
  • |
img
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an, bi aqilê mêr hatiye amadekirin û butçeya ji bo mêran e û wiha got: "Di vê butçeyê de ji sedî 1 jî para jinan tune ye." 
 
Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an ku ji aliyê Serokomar ve hatibû amadekirin û piştî niqaşa 12 rojan bi dengê AKP û MHP'ê di meclîsê re derbas bû. Li dijî qebûlkirina butçeyê niqaş û bertek zêde ne. Endama Komîsyona Wekheviya Firsenda Jin û Mêr a Meclîsê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an axivî. Gulum, bal kişand ser para jinê û wiha got: "Ev butçe dûrî hestiyariya civakê ya li hemberî jinê, butçeya mêr e. Di vê butçeyê de ji sedî 1 para jinê heye. Di vê butçeyê de pirsgirêka herî mezin li gorî wekheviya zayendî nehatiye belavkirin. Wekî butçeya civakî ya di nava civakê de li gorî hatin û lêçûnê tê amadekirin e. Lêçûna dewletê ya di navbera xizan û dewlemendan de cudahiyek pir mezin heye. Para dewlemendan pir zêde ye, ya xizanan pir kêm e. Ev butçe ji bo jin û mêr jî heman tişt e. Di parvekirina butçeyê de di navbera mêr û jinê de jî newekheviyek pir mezin heye. 
 
DI VÊ BUTÇEYÊ DE JIN TUNE YE
 
Gulum, da zanîn ku ev butçe li qesrê hatiye amadekirin û di vê butçeyê de cihê jinê tune ye û wiha axivî: "Butçeya 2020'an a ku li Qesrê hat amadekirin û jinê tune dihesibîne, li meclîsê misqalek jî nehat guhertin û hat erêkirin. Di vê butçeyê de para jinê ji sedî 1 e. Di pêvajoya lihevhatina bi Yekîtiya Ewropayê re de Midûriyeta Giştî ya Statuya Jinê (KSGM) hatibû avakirin. Qada xebatê ya vê midûriyetê bi salan e bê wate ye. Li gel vê yekê her sal butçeya ji jinê re tê veqetandin kêm dibe. Di butçeya 2019'an de 13.154.000 TL hat veqetandin. Di sala 2020'an de ev yek daket 12. 054.000 TL'yan. KSGM di nava yekîneyên ku berpirsiyarên polîtikayên civakî pêş bixin de, saziya herî kêm xwedî par e. Bê erkdariya KSGM’ê bi xwe re veneqetandina butçeyê ya polîtîkayên li dijî zêdebûna tundiya li hemberî jinê tîne û cudakariyê tîne. Li Tirkiye dema mirov li daneyên fermî yên îktîdarê ya cînayetê jinan a sala par dinere, di navbera 440- 450 cînayetê jinan pêk hatiye. Jin nayên dîtin û tune tên hesibandin. Em dizanin qatilên jinê bi destê daraza mêr tê parastin. Bê ceza dihêlin û wan xelat dikin. Li aliyê din jin polîtîkayên îqtîdarê teşîr dikin û tekoşîna xwe ya azadiyê her ku diçe mezin dikin." 
 
MA / Esra Solin Dal