Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin

  • jin
  • 15:35 25 Kanûn 2019
  • |
img
ENQERE - Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Enqereyê xwestin li zanîngehê dansa “Las Tesis” bidin pêşandan. Polîsan destûr neda û mudaxale kir. Di mudaxaleyê de 5 xwendekar binçav kirin. 
 
Xwendekarên Jin ên Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereye xwestin dansa “Las Tesis” bidin pêşandan.  Lê polîsan destûr nedan xwendekar dansê bidin pêşandan û mudaxaleyî xwendekaran kirin. Polîsên ku ketin nava xwendekaran, xwendekar Esmanur Çaglak, Leylanur Mavili, Nisan Çira, Nihal Yilmazarslan, Aylin Şahin  binçav kirin. Hat diyar kirin ku di nava xwendekarên hatin binçavkirin de xwendekarên mêr jî hene. Jinên rastî mudaxaleya polîsan hatin dirûşmeya “Em bêdeng nabin, em natirsin, em îtaat nakin" berz kirin. Xwendekarên hatin binçavkirin di maşîna polîsan de jî çalakiya xwe berdewam kirin.