Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda

  • jin
  • 09:11 19 Mijdar 2019
  • |
img

WAN - Seroka VAKAD'ê ya hat girtin Songul Ozînver, anî ziman ku piştî komeleya wan hat girtin, li kafe, mal û kuçeyan serlêdanên jinan werdigirin. 

 
Seroka Komeleya Jina ya Wanê (VAKAD) ku bi KHK'ê hat girtin Songul Ozînver, piştî komele hat girtin wekî aktivîsteke serbixwe xebatên xwe didomîne. Ozînver ku jin li ser medyaya civakî, ji navçe û taxan serî lê didin, mehê xwe digihîne bi dehan jina. Ozînver, bilêv kir ku gava ew van tiştan dikin bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got, çi dibe bila bibe ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
GEF LÊ HATIN XWARIN? 
 
Ozînver, anî ziman ku di warê azadiya jinê de, ji bo zarok û paşê jî derdor serwext bibe dixebite. Ozînver, diyar kir ku komele ji bo pêşî li şidetê bigirin tev digerin, lê belê piştî komele hatiye girtin jî ew xebatên xwe didomînin. Ozînver, got: "Min gotibû ez ê dev jê bernedim û piştî komele hat girtin jî têkoşîna me didome. Tenê ne li Wanê ji gelek bajaran jî jin serî li me didin. Di van serdeman de em bi rewşên dijwar re jî rû bi rû man. Heta em bi zextên derûnî re jî rû bi rû man. Gava min dozên jina dişopand, digotin 'çi karê vana li vira heye' û sixêf dikirin. Gava min jineke penaber bir qereqolê, wekî ku min ew jin mexdûr kiribê min dan be rlêpirsînê. Her çend min got, tenê min xwestiye alîkariya wê bikim jî, polîsan qebûl nekir. Gava min got komele hebû û hatiye girtin, hin tişt kirin. Her wiha ji ber min ji bo nûçeyeke derbarê penaberekê de got, 'dagiriyeke cinsî' Walîtiya Wan rojname berhev kirin." 
 
WÊ DÎSA KOMELEYÊ VEKIN
 
Ozînver, anî ziman ku di nav mehekê de xwegihandiye bi dehan jina. Ozînver, bilêv kir ku diçe malên jinên pêdiviya wan bi alîkariyê heye û got: "Car hebû li kafe û kuçeyan min serlêdan werdigirtin. A rast dizanim li ev rewş li Wanê rewşeke birîsk e. Li Wanê jî her cure şidet heye. Ji bo pêşî li şidetê bê girtin çi hewce be ez ê bikim. Ji bo vê jî em ê careke din komeleyekê ava bikin." 
 
Ozînver, destnîşan kir ku piştî saziyên jina hatine girtin dengê gelek derdoran hatiye tepisandin  û bal kişand ser 25'ê Mijdarê. 
 
MA / Ayşe Surme