Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin

  • jin
  • 10:36 15 Mijdar 2019
  • |
img
ÊLIH – Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê Derya Arslan diyar kir ku di binçavan de polîsan heqaret li wan kirine û dê di 25’ê Mijdarê de ji ber Walîtiyê heta avahiya HDP’ê dê meşê li dar bixin û banga beşdariyê kir. 
 
Li Êlihê di demên dawî de ji ber biryara qedexeyê ya çalakî û şahiyan a Walîtiya Êlihê ve çalakî û şahiyên jinan tên qedexekirin. Di 13’ê Mijdarê de li Kuçeya Hunerê ya Êlihê jinên HDP’î xwestin qetilkirina jinan şermezar bikin, polîsan mudaxeleyî wan kir û 11 jin binçav kir û di heman rojê de ew berdan. 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê û aktîvîsta TJA’yê Derya Arslan ku bi jinan re hatibû binçavkirin da zanîn ku armanca qedexekirina çalakiyan ew e ku berxwedana jinan a li kolanan asteng bikin û ew ê li gel her astengî û qedexeyan jî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'HEQARET LI ME KIRIN’ 
 
Arslan da zanîn ku qedexeyên walîtiyê xistiye meriyetê antî demokratîk in û wiha got: “Bi van qedexeyan mafên me yên destûra bingehîn asteng dikin. Dikevin pêşiya vî mafê me. Ev qedexeyên ji 15 rojan carek li Êlihê pêk tên berdewamiya Rewşa Awarte (OHAL) ye. Em serî li emniyetê didin jî lê bersiva neyînî didin me. Bi hêncetên kêfî çalakiyên me asteng dikin. Tevî van qedexeyan jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Yên ku ji têkoşîna me ditirsin heqaretê li me dikin. Polîsan dema roja 13’ê mehê me binçav kir, heqaretên giran li me kirin. Polîsan ji me re got ‘Hûn jin in? Hûn nikarin bi qasî mêşekê deng derxin.’ Em bi heqaretên wiha re rû bi rû man.” 
 
'JI JINÊN TÊKOŞER DITIRSIN’ 
 
Arslan anî ziman ku ew ê li dijî zîhniyeta antî demokratîk û dixwaze jinan di malê de hefs bike têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: “Zîhniyeta baviksalar dixwaze jin bêdeng bimînin. Jinên ji bo wan xizmet bike dixwaze. Lê em li dijî vê derdikevin. Ji ber ku ji jinên têkoşer ditirsin êrişî çalakiyên me dikin.” 
 
BANGA MEŞA 25’Ê MIJDARÊ KIR 
 
Arslan çalakiya “Ji bo guhertinê tu jî rabe ser pêya” ya TJA’yê bi bîr xist û got: “Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gel hemû astengiyan jî em ê kampanya xwe dewam bikin. Em ê roja yekşemê panelek li dar bixin. Di 25’ê Mijdarê de jî em ê ji ber Walîtiya Êlihê heta avahiya HDP’ê meşek girseyî li dar bixin. Em jinan  hemû vedixwînin kuli dijî tundiya ser jinan dengê xwe bilind bikin.”