Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn

  • jin
  • 09:16 15 Mijdar 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, dest bi amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê kirin. Nûnerên jin, wê bi dirûşmeya "Li hemberî dewleta zilam em serî radikin" û "Em dixwazin bijîn" wê bi şev meşekê li dar bixin. 

Hevseroka HDP'a Îzmîrê Besriye Tezgor, da zanîn ku ji meha Cotmehê ve amadekariyên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê dikin. Tezgor, anî ziman ku ji bo vê wan li bajêr hin herêmên pîlot diyar kirine û li 10 navçeyan ew û jinan li hev kom bûne. Tezgor, destnîşan kir ku li qadê tişta dîtine ew e ku di warê şideta derûnî de jina pir ne serwexxt in û got, her diçe şideta fizîkî zêde dibe. 
 
‘240 JINÊN SIYASETMEDAR ÊN HDP'Î GIRTÎ NE' 
 
Tezgor, destnîşan kir ku şideta dewletê û şer barê jinê girantir dikin û got: "Niha ji ber şerên li Rojhilata Navîn koçberî çê dibin û ev yek barê jina girnatir dike." Her wiha Tezgor, anî ziman ku krîza aborî jî pirsgirêkên jinan zêdetir dike û got, ji bo vê jî HDP xebatên hayjêxwebûnê dike. Tezgor, liv û tevgera qeyûman û qedexekirina dirûşmeya wan a "hevserokatî xeta me ya mor e" jî rexne kir û got, dewlet destkeftiyên jinan û hebûna wê ya li kuçeyan tamûl nake. Tezgor, diyar kir ku lê belê wê jin tim û tim li qadan bin û got: "Niha nêzî 240 heb siyasetmedarên jin girtî ne. Lê dîsa jî wê HDP serî netewîne û wê têkoşîna me berdewam bike." 
 
Herî dawî Tegor, ji bo 25'ê Mijdarê bang li jina kir ku tev li meşa bişev a li Alsancakê bibin. 
 
Seroka Partiya EMEP'ê Emîne Ûyar jî, da zanîn ku li ser asasê Peymana Stenbolê xebatên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê dikin û got, li gelek deverên bajêr wan bi panel, gotûbêj û çalakiyên cur bi cur ev yek vegotine. Ûyar, destnşan kir ku jin ji bo jiyanê têdikoşin. 
 
‘NE JI BO ŞER, JI BO JINÊ' 
 
Ûyar, destnîşan kir ku betaliya heyî û krîza aborî dibe sedema mirinan û îşaret bi malbatên ku bi awayekî komî întihar dikin kir. Ûyar, anî ziman ku krîza aborî herî zêde tesîrê li jina dike û got, jin ji bo malbat û zarokên xwe fidakariyê dikin û hewl didin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Ûyar, bal kişand ser budçeya 2020'an jî û got, divê budçe ne ji bo şer ji bo jinan bê veqetandin. 
 
Ûyar, ji bo 25'ê Mijdarê bang li jinan kir. 
 
Seroka Baskên Jina ya CHP'a Îzmîrê Nûrşen Balci jî bal kişand ser bilêvkirinên îktîdarê yên şidetê û got, di di daxuyaniyên dawî de derketiye holê ku di pakêtên darazê yên nû de tê xwestin mafê nafakayê bê rakirin û di cinayetên jinan de li gor Peyamana Stenbolê liv û tevgerek tuneye. 
 
Balci, destnîşan kir ku AKP, dixwaze jinan hepsî malê bike û got: "Lê belê em ê rola ku îktîdara AKP'ê dixwaze li jinan ferz bike qebûl nekin. Em dikarin welatekî ku jin û zilam wekhev bin ava bikin." 
 
‘EM DIXWAZIN BIJÎN' 
 
Rêvebira ESP'a Îzmîrê Dîdar Gul, destnîşan kir ku wê îsal dirûşmeya sereke ya jinan "Em dixwazin bijîn e û got: "Daxwaza hevpar a jinan yek bû. Em dibêjin 'Li hemberî mirinê dixwazin bijîn.' Çimkî em tên kuştin." Gul, anî ziman ku ji hêlekê ve şideta li ser jinê û cinayet zêde dibin, li hêlekê jî tê xwestin destkeftiyên jinan bên xespkirin. Gul, diyar kir ku li Kurdistanê di çalakiyên li hemberî qeyûman de jin li refê pêş in û li hemberî êrîşên li ser dirûşmeya "hevaerokatî xeta me ya mor e" têdikoşin. 
 
MA / Sevda Aydin