Jinek li Îzmîrê hat kuştin

  • jin
  • 12:20 15 Cotmeh 2019
  • |
img
ÎZMÎR - Li Konakê, jina bi navê Bîrgûl Bîlal ji aliyê hevalê xwe yê zilam ê berê ve hat kuştin. Zilamê ku xwişka Bîlal jî birîndar dûre întîxar kir.  
 
Li semta Alsancak a navçeya Konak a Îzmîrê, jina bi navê Bîrgul Bîlal (32) ji aliyê hevalê xwe yê zilam ê berê Î.Ç. ve hat kuştin. Bilal serê sibê dema hat kargeha xwe, rastî Î.Ç. ê li ber dikana wê rawestiya bû hat. Di nava her du yan de nîqaş derket. Î.Ç., dûre Bîlal kutş û xwişka wê Songul Bîlal jî birîndar kir. Î.Ç piştî bûyerê întîxar kir.  
 
Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, diyar kirin ku Bîrgûl Bîlal û Î.Ç. jiyana xwe ji dest dane û Songûul Bîlal jî rakirin nexweşxanê. Piştî lêpirsîna dozger, cenazeyên her du kesan jî, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tîpa Edlî. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.