'Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li cem jinên Rojava cih bigirin’

  • jin
  • 10:55 15 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Jinan diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava li dijî şoreşa jinên Rojava ye û gotin: “Em bang li hemû hemû jinên cîhanê  dikin kul i dijî ferzkirina şer û polîtîkayên dagirkirinê li cem jinên Rojava cih bigirin.” 

 
Nerazîbûna li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarên Rojava her ku diçe berbelav dibin. Jinan êrîşên li dijî Rojava nirxand û gotin: “Êrîşên li dijî Rojava êrîşên li dijî destkeftiyên jinan in.” 
 
‘EM LI DIJÎ ŞER DERKEVIN’ 
 
Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce diyar kir ku herî zêde jin û zarok di bin bandora şer de dimînin û got: “Di heman demê de şer koçberî û hilweşandin e. Li hemû welatan li dijî destkeftiyên jinan êrîş zêde dibin. Şoreşa jinên Rojava ji bo me bibû nefesek. Şoreşa jnên Rojava hêvî daye hemû tevgerên jinan. Sivîl tên kuştin divê em li dijî şer derkevin.” 
 
'BI TENA SERÊ XWE TÊKOŞIYAN’ 
 
Rêvebera Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî da zanîn ku Tirkiye dixwaze sînorên xwe yên dagirkirinê befireh bike û wiha got: “Nexasim polîtîkayên li dijî Kurdistanê pirr eşkere bûn. Gel li Rojava ji bo parastina ax û destkeftiyên xwe têdikoşe. Bi tena serê xwe li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dan û destkeftiyên xwe bi dest xistin. Armanca sereke ya faşîzma AKP-MHP’ê ew e ku van destkeftiyan tune bike. Tirkiye dîsa dixwaze DAIŞ’ê zindî bike û li ser Rojava û dinyayê bibin bela. Lê tevî van hemû plangeriyan jî li berxwedanê qelibîn. Hem li binxetê û hem li serxetê dixwazin gelê kurd û gelan giştî tune bikin. Em ê li dijî dagirgerkeriyê bisekinin û têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
‘ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ JINAN E’ 
 
Hevseroka Partiya Bindestan a Sosyalîstan (ESP)Ozlem Gumuştaş jî destnîşan kir ku divê Tirkiye demildest destê xwe ji ser Rojava rake û got: “Dewleta Tirk şerek pir vekirî li dijî kurdan da destpêkirin. Şoreşa jinên Rojava ji bo me hemû jinan bûye ronî. Tişta li Rojava hatiye avakirin jiyana azadîxwaziyê ye. Helbet em êrîşên Tirkiyê li dijî şoreşa jinan û têkoşîna jinan dibînin û di heman demê de em vê li dijî xwe dibînin.” 
 
‘EM BANG LI HEMÛ JINÊN CÎHANÊ DIKIN’ 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî anî ziman ku li Rojava ew şoreşa bi pêşengiya jinan li pêş ket wek şoreşa Ronesansa li Rojhilata Navîn dinirxînin û wiha got: “Ji ber vê yekê em şoreşa Rojava wek şoreşa jinan pênase dikin. Carek din dixwazin bi vî şerê dagirkirinê û tunekirinê vîn û jiyana jinan dîl bigirin. Ji bo parastina destkeftiyên jinên Rojava em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li cem şoreş, têkoşîn û destkeftiyên jinên Rojava cih bigirin.”
 
Taşdemîr bal kişand ser qetilkirina Sekretera Partiya Siberoja Sûriyê Hewrîn Xelef û got: “A rast dîmenên hov ên qetilkirina Hewrîn Xelef her tiştî baş nîşanî me dide, her wiha talûke û ferasetek çawa ye tîne ziman.” 
 
‘ÇI PÊWÎST BE EZ Ê BIKIM’ 
 
Rêvebera Navenda Partiya Çep a Kesk Nesrîn Aslan jî destnîşan kir ku êrîşa li dijî Rojava êrîşa li dijî vîn û şoreşa jinê ye û li dijî operasyonê çi ji destê wê tê dê bike. Aslan bang li xelkê kir ku li dijî îktîdarê derkevin û li cem cih negirin. 
 
‘RASTE RAST ŞOREŞA JINÊ DIKIN ARMANC’ 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Mukaddes Erdogdu Çelîk jî da zanîn ku raste rast şoreşa jinê dibe armanca êrîşên Tirkiyê û komên wê yên paramîlîter û got: “Dem mirov dibêje Rojava, kurd, jin, azadî, wekhevî û hemû maf tên bîra mirov. Helbet wê ev dorpêçkirina li ser Rojava belav bibe.”