Jinên Îzmîrî: Bi israr em ê bêjin aştî

  • jin
  • 10:16 14 Cotmeh 2019
  • |
img

ÎZMÎR – Jinên Îzmîrî bertek nîşanî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Em ê bi israr û înat bêjin aştî. Gelo çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye?”

Operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir dewam dike. Di van êrîşan de gelek zarok, jin û sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Jinên Îzmîrî bertek nîşanî şer dan û gotin: “Emê bi israr û înat bêjin aştî.” 
 
 ‘ŞER TÊ WATEYA TACÎZ Û TECAWÎZÊ’
 
Parêzer Sevgî Bînbîr, bal kişand ser bandora şer û wiha axivî: “Şer ji bo jinan tê wateya tacîz, tecawî, xizantî û rondikên çavan. Pêvajoya li pêşiya me ji bo jinan pêvajoyek tariye. Ji ber vê divê em tim ligel hev bin, piştevaniya xwe mezin bikin û daxwaza xwe ya aştiyê dewam bikin. Ango divê em ceperên aştiyê berfireh bikin. Em bandora şer a li ser aborî, derûnî û civakî baş dizanîn. Di vî werî de tecrûbeyên me hene. Her tim şer tundiya li dijî jinan zêdetir kiriye. Ji bo dewletan her tim hinceta şer heye. Lê ev hincet ji bo me tu wateya xwe tuneye. Ji ber vê divê em tim alîgirê aştiyê bin.”
 
 ‘HEWL DIDIN DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎN IN’
 
Perîhan Koca jî, anî ziman ku di vî şerî de wê her du alî jî windayan bidin û wiha bilêv kir: “Tirkiye bi israr dixwaze bikeve Sûriyeyê. Sedema vê yekê jî guhertina demografiyê ye. Tirkiye dixwaze li wê derê mirovan ji cih û warên wan derbixe. Hewl dide mirovên din li wê derê bi cih bike. Ji xwe tişta dike jî eve. Gelo çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye. Tirkiye hewl dide li wê derê pişaftin bike. Ez weke jinekê bi hemû hêza xwe li dijî şer derdikevim. Ji derveyî vê tu alternatîfeke me tune ye. Gelo kîjan dayîk şer   dixwaze? Tu dayik şer naxwazin.” 
 
‘FERASETA TEKPARÊZ DIXWAZE SERWER BIBE’
 
Nûnera Piştevaniya Çandê ya Hacî Bektaş Welî Nîhal Akyildiz jî, dest nîşan kir ku şer meseleya hebûn û tunebûnê ye. Akyildiz, da zanîn ku bi şer qadên jiyanê yên jinan tên tengkirin û wiha axivî: “Şer, qadên jiyanê yên mirovan teng dike. Hêzên emperyalîst, ji ber ku nikarin amûrên xwe yên şer bifiroşin û dahatûyê bi dest bixwin, li Rojhilata Navîn pêşiya şerên mezin vedikin. Ev şer tenê xizmeta hêzên emperyalîst dike. Em jin li dijî şerin û şer naxwazin.”
 
 ‘DIXWAZIN ŞOREŞA JINÊ HILWEŞÎN IN’
 
Akyildiz, bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha bi dawî kir: “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Jinan ev şoreş ava kirin. Ji ber ku ji vê şoreşa jinan ditirsin, serî li rêyên zext û zilmê didin. Ji ber şer û zilma di demên dawî de pêş ketî, qetilkirinên jinan jî zêde bûne. Lê em ê ligel van hemûyan jî, bi hevre lîstikên van  dewlet û emperyalîstan vale derbixin.”