Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye

  • jin
  • 10:36 18 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Berhemên erdê ku Şaredariya Bismilê dabû welatiyan derketin û li bazarê tên firotin. Dimsa ku ji aliyê jinan ve tê hilberandin jî dê bi etîketa "Siyajin" bê firotin. 
 
Rêveberiya Şaredariya Bismilê ku di destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de bû, di 2014'an de bi projeyekê erdên vala yên derdora Çemê Dîcleyê nedihatin bikaranîn, anî rewşeke ku bên bi kar anîn. Piştî tayînkirina qeyûm a sala 2017'an ev proje hat rawestandin. Ev proje niha careke din ji aliyê rêveberiya şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatiye destpêkirin û di çarçoveya projeyê de 100 donim erdê vala, bi armanca ku jin azadiya xwe bi destê xwe bixin û kooperatîfiyê li pêş bixin, li 50 malbatî hatiye belavkirin. Firingî, xiyar, îsot, balîcan, dolmik û zebeşin ku malbatan danibûn hefteya borî derketin. 
 
BERHEM BI BIHAYEK ERZAN DIGIHÎJIN GEL
 
Berhemên çandina wan di meha gulanê de hatibûn kirin, niha derketine li bazaran tên firotin. Firotina berheman ji aliyê jinan ve bê navbeynkaran tê kirin. Bi vê rêbazê berhem bi erzanî jî tên firotin. Li aliyekî berhemên ku bi destê jinan gihîştine tên firotin û li aliyekî jî tiriyê 16 doniman ku bi keda giran a jinan hatiye gihîştin, dibe dims. Çêkirina dimsê 10 roj in dest pê kiriye. Dimsê ku bi destê jinan tê çêkirin dikeve bîdonan û ji firotinê re tê amadekirin. Kuspeya (dendika liba tirî) ku ji ber dimse dimîne jî nayê avêtin bi vê jî sirke tê çêkirin. Ev yek jî di çarçoveya projeyekê de tê kirin. Navê vê projeyê jî 'Siyajin" e. 
 
MA / Fethi Balaman