Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!

  • jin
  • 09:12 18 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Sonmez Ertaş ku piştî kooperatîfa lê dixebitî hat girtin karê xwe li malê didomîne, bi berên ku çê dike debara xwe dike. Ertaş, bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinê û got, tenê armanceke wan heye ew jî dîsa kooperatîfê ava bikin. 

 
Di sala 2002'yan de li Tûşbaya Wanê Kooperatîfa EKO-JIN hatibû avakirin û di sala 2014'an de bia wayekî çalak dest bi xebatê kiribû. Li kooperatîfê bi destê 11 jinan rîçal, zebzebên hişk, nanê sêlê û gelek berên din dihatin çêkirin û firotin. Lê belê di sala 2016'an de kooperatîf ji ber hin sedeman hat girtin. Yek ji jinên ku li kooperatîfê dixebitî jî Sonmez Ertaş bû. Lê belê piştî kooperatîf hat girtin Ertaşê dev ji xebatê bernadey û niha karê xwe li malê dike. Armanca Ertaşê ew e ku kooperatîfekê ava bikin û pêşengiya vê yekê bike. 
 
'EM JI HEV HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛN' 
 
Ertaş, bal kişand ser tecrûbeya xwe ya bi kooperatîfê çê bûye û got: "Em jinên li kooperatîf ji hev gelek tişt hîn bûn. Em hatin asta ku em bi aboriya xwe debara xwe bikin. Em bi vê pir kêfxweş dibûn. Ji fêkiyan bigire heta zebzeyan her tiştî me bi xwe çê dikir. Li kooperatîfê, pêşî me du jina dest pê kir û her çû em zêde bûn. Tenê du maseyên me û tîrikek me hebû. Her ku me hilberandin makîneya me ya hevîr, sarinca me, makîneya me ya nanê sêlê û gelek tiştên me yên din çê bûn. Bi vî awayî karê me hêsantir bû. Ji bo jin bên li kooperatîf hilberînin em mal bi mal digeriyan. Jinên nikaribûn bên kooperatîfê li malê çê dikirin û dianîn. Me berên wan jî difirot." 
 
Ertaş, anî ziman ku lê piştî kooperatîf hat girtin wê heman kar li malê domandiye. Ertaş, anî ziman ku ew li malê zbeze û fêkiyan hişk dike, rîçalê û nan çê dike. Ertaş, diyar kir berên wan hemû xwezayî ne. 
 
'DEPOYA ŞÎFAYÊ YE'
 
Ertaş, anî ziman ku ew bi ribêsê rîçalê çê dikin û got, ev rîçal depoya şîfay ye. Ertaş, destnîşan kir ku rîçala ribêsan ji bos ermayêî enfeksiyonê, êşa gwriyê baş e û got: "A rast em ji bo şîfayê vê rîçalê çê dikin. Em hem ji bo malbata xwe çê dikin hem jî difiroşin. Nemaze jî em dişînin Qibris, Îzmîr, Antalya, Stenbol û hin bajarên din. Mesela ji ber em rîçala tuyan di wext de çê dikin gelek kes sîparîş dikin û niha ji bo me jî nemaye."
 
KRÎZÊ TESÎR LI HILBERÎNÊ KIR 
 
Ertaş, anî ziman ku ew li malê rîçal, nanê sêlê, rişte û manitiyan çê dikin û piraniya nenesêlikvanên li bajêr tên ji wan dikirin. Ertaş, bilêv kir ku berê wan ne buha ne û tenê heqê ekda xwe sdistînin. Ertaş, bilêv kir ku ji ber krîza aborî wan çeşiddariya beran kêm kiriye. Ertaş, da zanîn ku par kîloya hejîran bi 5 lîreyan dikirîn lê belê niha bi 12 lîryan dikirin, kîloya ar bi 14 lîreyan dikirin lê niha bi 24 lîreyan dikirin. Ertaş, got: "Berê min arvan bi kîsan dikirî lê niha bi kîloyan dikirim." 
 
ARMANC KOOPERETÎFÛYÎN E 
 
Ertaş, destnîşan dikir ku ew dixwaze bi tevkariya jinên din dîsa kooperatîfê ava bike û îşaret bi hêza serketinê ya jinê kir. Ertaş, got: "Çimkî tiştekî ku jin nikaribin bikin tune ye. Tenê bila rê li ber wan bê vekirin. Em jin dizanin alîkariya hevdu bikin. Armanca me dîsa kooperatîfbûyîn e. Em jin bi »iştevaniyê her tiştî dikin." 
 
MA / Ayşe Surme