'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'

  • jin
  • 14:22 17 Îlon 2019
  • |
img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê, encamnameya civîna bi pêşengiya TJA û HDP'ê hat lidarxistin hat aşkerakirin û jinan diyar kir ku di pêşerojê de bi heman mijarê komxebatek dê bê lidarxistin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Penaberî  qirkirina jinê ye. Penaberên jin nayê dîtin û li qada camewerî ked û nasnameya wê nîne. Bedena jinê mijara nîqaş û mêtingeriyê ye. Jin di sînorê malbat, civak û dewletê de tên dîtin.  

 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka penaberan civîna  "Jin û Penaberî" li Navenda Çanda Kongreyê ya Ataturkê ya Mêrsînê hatibû lidarxistin. Encamnameya civînê hat aşkerakirin. Navenda Piştevaniya Jinê ya Şaredariya Seyhanê, Seroka Baskên Jinan a Mêrsînê ya CHP'ê û rêveberiya wê, Komeleya Jinan a Maya, Şahidên Penaber, Egîtîm Sen, Berdevka Komîsyona Penaberan a Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, DÎK, Hevserokê Bajêr a HDP'ê ya Mêrsînê, Hevseroka Bajêr a HDP'ê ya Edene, Meclîsa Jinan a HDP'ê, DAD, TJA, Mêrsîn ÎHD, parêzerên Baroya Edene, Platforma Jinan a Mêrsînê, Cemevî ya Mêrsînê tevlî panelê bibûn. 
 
'DIVÊ PIRSGIRÊKÊN KOÇBERAN BÊN ÇARESERKIRIN'
 
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku pêşerojê dê li bajarên din dê komxebat bên lidarxistin û wiha hat gotin: "Bi têkoşîna aştiyê ya bi navenda jinê mirov dikare dawî li penaberiyê bîne. Penaber li welatê ku xwe lê girtine divê bi welatiyan re xwedî eynî derfetan bin. Her wiha divê di pêvajoya perwerdehiyê de pirgirêk bên çareserkirin. Divê her kes xwe rihetir bighine derfetên perwerdehiyê. Her wiha bi taybetî ji bo penaberên ku li Sûriyeyê hatine lezgînî piştgirî bê dayîn û pirsgirêkên wan bên çareserkirin."
 
'LI SER PENABERAN RANTÊ DIKIN' 
 
Di encamnameyê de her wiha li ser pirsgirêka ziman jî hat rawestandin û wiha hat diyarkirin: "Pirsgirêka ziman, jinan ji civakê îzole dike û wan tenê dihêle. Divê jin û civar bi hev ne ewle bin. Penaberên jin zêdetir bi tundiya zayendî û îşkenceyê re rûbirû dîmin. Hêviyên û baweriyên penaberan dişkê, nikarin xwe biparêzin û di nav rewşeke nediyar de dijîn. Her wiha li ser penaberan piranî rant tê pêşxistin."
 
Her wiha di encamnameyê de polîtîkayên AKP û MHP'ê ya li hemberî penaberan jî hat bibîrxistin û wiha hat aşkerakirin: "Li Tirkiyeyê penaberî di serdema desthilatdariya AKP û MHP'ê bûye îstismareke mezin. Di hevdîtinan de yên bi Neteweyên Yekbûyî (YE) re bûye mijara bazarê. Ji ber sedema avakirina dîwarê ewlehiyê yê Ewropayê bûye siyasî û mijara rantê.''
 
'JIN DIKIARN DAWÎ LI KOÇBERIYÊ BININ'
 
Herî dawiyê di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku zêdetir penaberên jin dibin mexdûr û pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin û wiha hat gotin: "Ji ber vê sedemê penaberî qirkirina jinê ye. Penaberên jin nayê dîtin û li qada camewerî ked û nasnameya wê nîne. Bedena jinê mijara nîqaş û mêtingeriyê ye. Jin di sînorê malbat, civak û dewletê de tên dîtin. Bi vê çarçoweyê gelên ku ne xwedî dewlet in penaber jî nayên hesêbê. Ên ku li ser rêya koçkirinê jiyana xwe ji dest didin mîna komkujiyê nayê qebûlkirin. Cîhan ne cihê dagirkirinê ye, cihê me hemû ye ku em lê bistrin, têr bibin. Bi dijberiya şer û têkoşîna azadiyê mirov dikare dawî li şer bîne û bi têkoşîna aştiyê ya bi navenda jinê mirov dikare dawî li penaberiyê bîne.''