Li Gêlê mirina bi guman a jinekê

  • jin
  • 17:04 16 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Li Gêlê, hat îdîakirin ku dayika 5 zarokan Ayten Kaya dawî li jiyana xwe aniye.
 
Li gundê Basras a navçeya Gêl a Amedê, hat îdîakirina ku dayika 5 zarokan Ayten Kaya a 35 salî dawî li jiyana xwe aniye. Piştî cenazeyê Kaya ya hat îdîakirin ku di saetên serê sibê de li kova malê dawî li jiyana xwe aniye hat dîtin, agahî ji bo cendirmeyan hat dayîn. 
 
Cendirmeyên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Kaya jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Kaya rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê û ji wir jî ji bo otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Selahaddîn Eyyûbî. 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîna hat destpêkirin.