TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin

  • jin
  • 15:56 16 Îlon 2019
  • |
img
RIHA – Aktivîstên TJA’yê, di çarçoveya kampanyeya “Ji Bo Guhertin û Veguhertinê Tu Jî Rabe Ser Piyan” de Bazara Jinan ziyaret kirin. 
 
Li Navçeya Bêrecûk a Rihayê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Ji Bo Guhertin û Veguhertinê Tu Jî Rabe Ser Piyan” de xebatên xwe berdewam dikin. Parlamentera HP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi aktîvîstên TJA’yê re, Bazara Jinan a li Taxa Sancak a navçeya Bêrecûkê ziyaret kirin. 
 
Aktivîstên TJA’yê li gel jinan sohbet kirin û derbarê kampanyê de jin agahdar kirin.