Wê bi kampanyayê bal bikişînin ser 'ji bo çi divê jin rabin ser piyan'

  • jin
  • 09:01 14 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL – Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîçek Arinç, bilêv kir ku armanca kampanyaya wan a bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" ew e ku li hemberî cinayetên jina hayjêhebûnê li jina peyda bikin û ji bo çi divê jin rabin ser piyan. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" di 30'yê Tîrmehê de kampanyayek dabû destpêkirinç Milê duyemîn ê vê kampnayay ji bo 6 mehan çend roj berê dest pê kir. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîçek Arinç, anî ziman ku armanca vê kampnayaya wan ew e ku  li hemberî cinayetên jina hayjêhebûnê li jina peyda bikin û ji bo çi divê jin rabin ser piyan. 
 
Arinç, anî ziman ku jin bi zext û zoriyên feraseta baviksalarî re rû bi rû dimînin û her roj bi şidetê re rû bi rû dimînin û armanca wan ew e ku di warê mafên jinana de hişmendiyek li jinan peyda bibe. Her wiha Arinç, bilêv kir ku armanceke wan î din jî ew e ku jin ji malê derkevinî daxilî siyasetê bibin, daxilî jiyana civakiyî û îstihdamê bibin. 
 
Arinç, da zanîn ku ew ê di çarçoveya kampanyayê de bi têmaya "Aştî û Koçberî" çalakiyekê li dar bixin, wê di 22'yê mehê de jî forûmekê çê bikin û wê di 28'ê Îlonê de jî "konnvoya mor" çê bikin. Arinç, anî ziman ku ew ê bi "konvoya mor" balê bikişînin ser şideta zilam û tacizê.