Di 8 salan de destek dan 4 hezar û 113 jinan

  • jin
  • 09:01 14 Îlon 2019
  • |
img

MÛGLA - Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Bodrûmê ku ji bo rê li ber şideta li hemberî jina bigire û piştevaniya jina bike hat avakirin, di 8 salan de alîkariya 4 hezar û 113 jina kiriye. 

Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Bodrûmê ku pêşî di sala 2008'an de wekî platform bû di sala 2012'an bû komele û nêzî 80 endamên wê hene. Komeleyê di 8 salan de alîkariya 4 hezar û 113 jina kiriye. Seroka Komeleyê Fîgan Erozan, behsa fealiyetên komeleyê kir. 
 
Erozan, anî ziman ku komeleya wan li dijî şidetê bi her awayî destekê dide jina û ji bo jinên serî li wan didin malên hêwirgehiyî peyda dikin û wan li van malan bi cih dikin. Erozan, da zanîn ku di navbera 2010-2018'an de destek dane 4 hezar û 113 jina û di hin rewşên taybet de ji bo guherandina nasnameyê jî destekê didin jina. Erozan, diyar kir ku li Bodrûmê jî şideta zêde ye û got: "Nexasim jî havînê di warê tecawizkirinê de li Tirkiyeyê di rêza yekê de ye. Hayê kesî ji vê tune ye. Ji xwe xwegihandina van hejmaran jî pir zehmet e. Di vî warî de ji aliyê rêxistinên jina ve amadekirina daneyan pir girîng e." 
 
'JIN ROLA LÊ TÊ FERZKIRIN QEBÛL NAKE' 
 
Erozan, destnîşan kir ku eger qanûna jimare 6284'an û Peymana Stenbolê pêk bê wê rê li ber şidetê bê girtin û got: "Li Tirkiyeyê şideta zilam veguherî rêbazên DAIŞ'iyan. Di demên dawî de rêbaza kuştinê ya ji aliyê zilamn ve wekî ya DAIŞ'ê ye. Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinê wekî siyaseta hundurîn bi rê ve diçe." 
 
Erozan, anî ziman ku li Tirkiyeyê jin di nav malê de wekî dayik an jî hevjîn tê pênasekirin û hikûmet jî ji bo rê li ber devjihevberdanê bigire polîtîkayan pêş dixe. Erozan, got: "Şideta li hemberî jinê ewilî li nav tê hînkirin. Lê jin li dijî vê êdî rola li nav malê lê tê ferzkirinq ebûl nake. Yanî zext û zoriyên di warê aborî, bêperetiyê an jî êrîşa zayendî ya bi zewacê re, lêdanê qebûl nake. Ji bo vê jî mafê xwe yê xweayî yê devjêberdanê bi kar tîne. Di vir de Peymana Stenbolê hedef tê girtin. Fesixkirina Peymana Stenbolê wê bê wateya binpêkirina mafê nafakayê yê jina. Bi vî awayî dixwazin jin serî li devjihevberdanê nedin. Dixwazin li ber mêr serê xwe bitewînin." 
 
'GER HEVSEROKATÎ RABE WÊ KOTA JÎ RABE' 
 
Erozan, anî ziman ku di siyasetê de jî şideta li hemberî jinê heye û bal kişand ser tayînkirina qeyûman ku ji bo vê pergala hevserokatiyê jî wekî hincet hatibû nîşandan. Erozan, bilêv kir ku ger pergala hevserokatiyê rabe wê rêxistinbûyîna jina jî belav bibe û got: "Jin di siyasetê, di aborî û îstihdamê de cih nagirin. Îjar wê kengî gotina xwe bêje. Li vir pergala hevserokatyê girîng e û tê wateya mafê hilbijartinê. Kesên niha hevserokatiyê hedef digirin wê sibê kotayê jî ji holê rabikin." 
 
MA / Esra Solin Dal