Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin

  • jin
  • 10:30 13 Îlon 2019
  • |
img

SÊRT - Şaredariya Hewêl, bi jinên li navçeyê dijîn re mil dane milê hev û bi budçeyek kêm atolyeya dimsê vekirin û qada îstîhdamê ava kirin. Jinên ku derfetên xebatê di atolyeyê de dîtin, ji projeyê kêfxweşin. 

Jinên li navçeya Hewêl a Sêrtê dijîn, di atolyeya difsê ya berî demekê hat vekirin de, debara mala xwe û hilberînê dikin. Şaredariya HDP’ê ya Hewêl, bi armanca qadên îstîhdamê ji bo jinan li navçeyê veke, bi vekirina atolyeya dimsê dest bi van armancên xwe kir. Piraniya xebatkarên atolyeyê jin in. 
 
BI BUDÇEYEK KÊM KIRIN FALIYETÊ 
 
Hevşaredara Hewêl Ozden Gulmez, diyar kir ku ji bo jin bi  xebitin, wan ev qada îstîhdamê avakirin û wiha axivî: “Me bi budçeyek kêm dest bi vê projeya xwe kir. Qeyûm nêzî 10 mîlyon TL şaredarî kiriye bin deynan de. Dahatûya me ya mehekê jî 300 hezar TL ye. Ev dahatû jî encex têra xebatkarên şaredariyê dike. Lê ligel van zoriyan jî, em hewl didin projeyên xwe bikin pratîkê. Ev atolyeya difsê, yekemîn pêngava kooperatîfbûnê ye. Em dixwazin kooperatîfbûnê li navçeyê hîn zêdetir bi pergalî bikin. Qezencên ku em ê ji atolyeyê bi dest bixin, emê hem ji bo gundiyan û hem jî ji bo jinan dirav bidin. Wisan pêdivî bi budçeyên mezin tuneye.” 
 
‘BILA BIBE MÎNAK’
 
Ji jinên di atolyeyê de dixebitin, dayika du zarokan Azîze Sarsilmaz (40) jî, diyar kir ku ew ji vê projeya şaredariyê pêş xistî pir keyfxweşin û wiha got: “Bila jin li malên xwe ne rûnin û bixebitin. Divê cihên wîsan çêbin ku karibin bixebitin. Ger kar hebe wê hemû jin bixwazin ku bixebitin. Li şûna ku em berê xwe bidin destê hinek kesên din, em bi xwe bixebitin. Em dixwazin şeredariyên din jî vê ji bo xwe bikin mînak. Ev proje ji bo jinan pir başe.”
 
'ARMANCA ME PIŞTEVANIYA JINANE’
 
Ji xebatkarên atolyeyê Samîe Karasu ya 24 salî jî, anî ziman ku ger jin neyin asteng kirin, wê gelek tiştan bi ser bixin û wiha got: “Ev der bûye weke kooperatîfan. Em jî û gundî jî wê beramberî keda xwe bigirin. Bi vê atolyeyê me armanca kiri ku em piştevaniya jinan ava bikin. Ne tenê li Hewêl, divê hemû jinên cîhanê bi hilberînê piştevaniya xwe bikin yek. Jin tim rastî tundî û qetilkirinan tên. Dixwazin li hemû deran zincîrê li vîna jinan bixin. Bi navbeynkariya qeyûman dixwazin pergala hevserokatiyê ji destên jinan bigirin. Hâlbuki jinên kurd bi hêzin û wê destûrê nedin vê yekê.”
 
MA / Metîn Yoksu