Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin

  • jin
  • 09:12 12 Îlon 2019
  • |
img

WAN -  Gulcan Kaçmaz, derbarê kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke birûmet tu jî rabe ser piyan" da destpêkirin axivî û got: "Li dijî xespkirina vîna gel û destkeftiyên jinan, em ê têkoşîna xwe li hemû qadan mezitir bikin." 

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piya" ji bo 6 mehan kampanyayek dabû destpêkirin. Milê duyemîn yê vê kampanyayê bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke birûmet tu jî rabe ser piyan" dest pê kir. Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz, diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman wê kampanyaya wan di ser du milan re bê birêvebirin û got: "Li dijî xespkirina vîna gel û destkeftiyên jinan, em ê têkoşîna xwe li hemû qadan mezitir bikin." 
 
Kaçmaz, bi bîr xist ku wan di 30'y Tîrmehê de bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dest bi xebatên xwe kiriye û got: "Ev kampanya, kampanyayeke ku serdemeke tijî di xwe de dihebîne. Me li Wanê bi awayekî hişmet dest bi xebatên xwe kir û xebatên baş pêk hatin. Wekî tê zanîn di 19'ê Tebaxê de pergalê qeyûm tayînî 3 şaredariyên me yên mezin kirin. Her çend wekî ku ev qewimîn xebatên me qutûber kiribin bixuyê jî, a rast yek ji qada me ya têkoşînê jî ev bû. Çimkî ya hat kirin êrîşeke li ser vîna gel bû. Ji xwe tayînkirina qeyûman li dijî pergala hevserokatiyê ye. Yanî nehesibandina vînê, nehesibandina temsîliyeta wekhev. A rast ji ber pêvajoya kampanyaya me leqayî demeke wisa hatiye, pir girîng e." 
 
'PERGAL ÇAVSORÎ BÛYE' 
 
Kaçmaz, bilêv kir ku bi sedan sal e ev xak ji hêstirên çavan û xwînê xalî nebûye û got, herî zêde pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Kaçmaz, got: "Aştî, ji bo me ji jiyanê wêdetir e. Pir girîng e. Çimkî her roj ev pergala çavsorî bûye, polîtîkayên cuda dixe dewrê. Gel careke din vîna xwe nîşan da, lê belê pergal dîsa qeyûm tayîn kir û peyamek da me. Pergalê got, 'Eger encamên hilbijartinê li gor dilê min bin, ser çava, ez ê qebûl bikim. Lê ne li gor dilê min bin, ez ê bi awayekî qanûn, hiqûq û demokrasiya Tirkiyeyê deynim hêlekê û ez ê hiqûq û pêkanînên antîdemokratîk ên li gor dilê xwe pêk bînim.' Nexasim em jin û gelê kurd em dibêjin pêdiviya vê xakê êdî bi aştiyê heye. Ji bo pêşeroja zarokên vê xakê û jinên vê xakê divê aştî çê bibe." 
 
SERKETIN 
 
Kaçmaz, anî ziman ku xebatên TJA'yê yên ji bo 6 mehan ji du hêlan ve tên birêvebirin û got: "Êdî em ê xebatên xwe ji du milan ve bi rê ve bibin. Hem wê xebatên me li dijî xepkirina vîna gel û binpêkirina pergala hevserokatiyê bin. Di meha Îlonê de, em ê xebatên xwe bi dirûşmeya 'Ji bo aştiyeke birûmet tu jî rabe ser piyan' bi rê ve bibin. Wê di nav xebatên me xebatên derbarê cinayetên jina, taciz, tecawiz û îstismarkirina zarokan û qetilkirina xwezayê û pirsgirêka penaberan de hene û em ê ji bo vê bitêkoşin. Ji bo hemû derdorên ji aliyê feraseta baviksalarî tên dîkekirin wm ê bitêkoşin. Vê mehê ji bo civînên gelî ji bo atolyeyên Jîneolojiyê, ji bo jinên penaber, ji bo penaberên li otogaran dimînin, ji bo em balê bikişînin ser qetilkirina xwazayê em ê biçin Sûlava Kanîspiyê ya li Şaxê. Her wiha em ê li dijî tayînkirina qeyûman li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bawer dikin ku wê ev kampanyaya me baş bi ser bikeve."