49 jin di meha Tebaxê de hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:06 4 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin a meha Tebaxê, herî kêm 49 jin hatin qetilkirin û ji van jinan 26 jin li malên xwe hatin kuştin. 

Platforma Emê Cînayetên Jinan Raswestînin, rapora xwe ya meha Tebaxê ya tundî  û qetilkirinên jinan aşkere kir. Li gorî rapora Platformê ya meha Tebaxê, 7 jin bi awayekê guman, 3 jin bi hinceta aboriyê, 10 jin bi hinceta hev berdanê û jinên din jî ji ber ku daxwaza hevaltiyê red kirin hatin qetilkirin û  sedama qetilkirina 29 jinan jî nehat tespît kirin
 
QATILÊN 14 JINAN NEHATIN TESPÎTKIRIN 
 
Li gorî raporê di meha Tabaxê de herî kêm 49 jin hatin qetilkirin û qatilên 8 jinan nehatin tespît kirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku 14 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 8 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 7 jin ji aliyê heskiriyên xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 2 jin ji aliyê birayên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve û jinek jî ji aliyê dêmarê xwe ve hatiye qetilkirin. 
 
 PIRANIYA WAN LI MALÊN XWE HATIN KUŞTIN 
 
 Di raporê de hat diyar kirin ku 26 jin li malên xwe, 2 jin di rê de, 2 jin li nexweşxanê, jinek li kargeha xwe, jinek li kafe, jinek li cihê şahiyê, jinek li parkê, jinek di wesayîtê de û 6 jin jî li nava kolanan hatin kuştin.
 
Di raporê de hat dest nîşan kirin ku ji jinên hatin kuştin, cenazeyê yek ji wan di gola bendavê de û cenazeyek din jî di arazî de hatin dîtin û cihê kuştina 6 jinên din jî, nehat tespît kirin.