Jinên Wanî: Qeyûm wê herin, emê bimînin

  • jin
  • 12:51 2 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Jinên Wanî, diyar kirin ku Hevserokatî xeta wan a more û gotin: “Emê tu caran qeyûmên destkeftiyên jinan dikin hedef qebûl nekin.” 

Yek ji mijarên hinceta tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezin ê Amed, Mêrdînê û Wanê pargala “Hevseroktiyê” bû. Jinên Wanî, li dijî qeyûm xwedî pergala “Hevserokatiyê” derketin û gotin, “Pergala hevserokatiyê xeta me ya more.” 
 
Ji jinên Wanî Eylem Oklu, diyar kir ku tayînkirina qeyûman di heman demê de hedef girtina qezencên jinane û wiha axivî: “Ji bo serî rakirina li dijî qeyûm em li qadane. Di vê serî rakirinê de, wê jin pêşengtiyê bikin. Ez bang li hemû kesan dikim ku li dijî qeyûman bêdeng nemînin û deng bidin têkoşîna li dijî qeyûman. Bi qeyûman pergala hevserokatiyê dikin hedef. Êdî hemû kes jî dizanîn pergala hevserokatiyê xeta me ya more û emê tu carî dest jê bernedin.” 
 
'EMÊ VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKIN'
 
Medîne Tûfan jî, anî ziman qeyûm li dijî vîna gel darbeye û wiha bilêv kir: “Bi qeyûman vîna gel tune dihesibînin. Dixwazin bi destên qeyûman pergala hevserokatiyê ji holê rabikin. Qeyûm qezencên jinan hedef digirin. Lê em li dijî qirkirin û jenosîdê li ber xwe bidin.”
 
 Îlknûr Aydin jî, da zanîn ku ewê zilma bi qeyûman dikin tu carî qebûl nekin û wiha axivî: “Heya ku dilopek xwîna me jî bimîne, emê li dijî zilmê li têbikoşin. Vîna vî gelê xesp dikin. Em vê qebûl nakin.” 
 
'QEYÛM PEŞEROJA MIN DIZÎ'
 
Ayfer Gelîbolû jî, dest nîşan kir ku bi qeyûman vîna gel desteser kirin û wiha got: “Qeyûm tê wateya desteserkirina vîna gel. Qeyûm keda min, nanê min û pêşeroja min dizî. Teqez em li dijî qeyûmane û em dixwazin vê derê terk bikin. Hevserokatî xeta me ya more. Emê tu carî dest vê xeta xwe bernedin. Qeyûm wê herin, jinê wê bên.” 
 
'EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’
 
Şadiye Demîr jî, diyar kir ku wan hemû qezencên xwe bi têkoşîn û rondikên çavan bi dest xistin û ev peyam da: “AKP’ê ji ber dijminantiya Kurd bi MHP’ê re ket nava hevkariyê. Li çar parçeyên Kurdistanê, maf û hiqûqa gelê Kurd nas nakin. Emê li dijî van hemûyan têkoşîna xwe berdewam bikin.”