'Îktîdar ji dêvla rê li ber cinayetên jina bigire, qanûnên jina diparêze radike'

  • jin
  • 09:25 28 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Parêzvanên mafên jinan ku bal kişandin ser zdebûna cinayetên jinan, gotin ji dêvla îktîdar rê li ber evan tiştan bigire hewl dide Peymana Stenbolê fesix bike. 

Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di 8 mehên ewil ên vê salê de 273 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Parêzvanên mafên jinan bal kişandin ser zêdebûna cinayetên jinan, bilêv kirin ku ji dêvla îktîdar mafên jinan biparêzer dixwaze Peymana Stenbolê fesix bike. 
 
‘PÊŞÎ DIVÊ FERASET BIGUHERE' 
 
Cîgira Serokatiya Baroya Stenbolê Nazan Moroglû, diyar kir ku ji bo rêgirtina li ber cinayetên jinan divê kiryar baş bên cezakirin û got: "Eger li welatekî doza jiyaneke demokratîk bê kirin, nexwe divê jin û zilam xwedî heman mafan bin. Pêşî divê ev mafên bi dest ketine pêk bên." Moroglû, diyar kir ku ji bo rê li ber cinayetên jina û şideta li hemberî jina bê girtin pêşî divê feraset biguhere. 
 
‘QANÛN PÊK NAYÊN' 
 
Seroka Tora Piştevaniya Civakiyî Fatma Çigdem Aydin, bilêv kir ku îktîdar ne li hêla jina ye û got: "Ji dêvla qanûn jinan biparêzin, lê belê îradeya siyasî ya niha ji bo jina bin pê bike zilaman diparêze. Divê qanûn tam pêk bên. Heta qanûn tam pêk neyên wê rê li ber cinayetên jinan neyê girtin." Aydin, bilêv kir ku îktîdar hewl dide Peymana Stenbolê ji holê rabike û got: "Eger qanûn pêk neyên wê jiyana me hhemûyan têkeve talûkeyê. Divê jin û zilam qebûl bikin ku xwedî heman mafan e, divê feraseta baviksalarî biguhere." 
 
Endama Komîsyona Ji bo Şûle Çet Edalet Nazli Yoyler, destnîşan kir ku ji bo rê li ber şideta li hemberî jna bê girtin pêdivî bi piştevaniya jinan heye û got: "Qexta jineke bê kuştin dvê tu jin li malê rûnenê. Divê em jin dakevin qadan. Divê em li hemberî dewletê bi rêxistin bin."