‘Em ne emanetê desthilatdariya zilam in’

  • jin
  • 14:15 27 Tebax 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ji bo Emîne Bûlût û hemû jinên hatine qetilkirin daxuyanî da û bi gotina “Em ne emanetê desthilatdariya zilam in” bertek nîşanî gotinên Serokê Karê Diyanetê yên weke “Di ola me de, destnedayîna maf, rûmet û canê jinê heye û ew emanetin” da.  

 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo Emîne Bûlût û hemû jinên hatine qetilkirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Ji rêveberên Şaxê Cemîle Karakaya, di civînê de axivî û diyar kir ku tundiya li dijî jinê, encama polîtîkayên cihêkariyê ye û her roja diçe kuştinên jinan zêdetir dibin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN SEROKÊ DIYANETÊ DA
 
Karakaya, da zanîn ku divê li dijî kuştinên jinan têkoşîn bê dayîn û wiha got: “Serokê Karê Diyanetê ji ber tundiya li dijî jinan daxuyanî dide. Ev daxuyanî bingeha tundiya li dijî jinan ava bike. Serokê Karê  Diyanetê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje ‘Di ola me de, destnedayîna maf, rûmet û canê jinê heye û ew emanetin.’ Em jî dibêjin, em ne emanete zilam û desthilatdariya zilamin. Divê li dijî pêkanînê tundiyê yên li ser jinan, lêpirsînek bi bandor bê birêve birin û dest ji polîtîkayên ne cezakirinê bên berdan.”s