Jinên Ciwan tayînkirina qeyûm a şaredariyan şermezar kirin

  • jin
  • 13:53 27 Tebax 2019
  • |
img

HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a Helebê, tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kirin û soz da ku wê li kêleka gelê vîna wan hatiye desteserkirin bisekinin.

 
Tevgera Jinên Ciwan a Helebê, tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kirin. Koma jinên ciwan li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqûsd daxuyanî dan. Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Bêrîvan Henan daxuyanî da. Henan tayînkirina qeyûm şermezar kir û wiha got: "Bi navê Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê em êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Piştî ku AKP`ê di mezintirîn bajarên xwe de di hilbijartinên meclisa şaredariyan de bin ket û rastî derbeyeke siyasî hat, dest bi êrîşên leşkerî li ser Bakurê Iraqê li Xakurkê kir. Lê nikarî zêde li ber xwe bide, ji ber wê berê xwe da bakur û rojhilatê Firatê. Dewleta Tirk ji 19`ê Tebaxê ve dest bi siyaseta girtin û qirkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir. Armanca wê ji vê yekê ku îradeya gelê Kurd bişikîne û binpêkirinên der barê wan de rewa bike. Em wek Tevgera Jinên Ciwan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Em soz didin ku em ê li kêleka gelê xwe heta bidestxistina azadiya wan bisekinin."