Tora Parastina Jinê: Zilam hêzê ji îktîdarê digirin

  • jin
  • 09:04 27 Tebax 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Endamên Tora Parastina Jinê ya Îzmîr, diyar kirin ku zilam hêzê ji îktîdarê digirin û gotin: "Êm ê li dijî cinayetên jinan her roj li qadan bin."  

 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jina Rawestînin, di sala 2013'an de 237; di sala 2014'an de 294; di sala 2015'an de 303; di sala 2016'an de 328; di sala 2017'an de 409 û di sala 2018'an de jîî 440 yanî di 5 salan de bi giştî 2 hezar û 11 jin hatine kuştin. Li gorî daneyên platformê di 7 mehên ewil ên sala 2019'an de 245 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Endamên Tora Parastina Jinê ya Îzmîrê ku li dijî cinayetên jinan têdikoşe, bal kişandin ser sedemên zêdebûna şidetê. 
 
'ZILAM HÊZÊ JI ÎKTÎDARÊ DIGIRE' 
 
Endama Tora Parastina Jinê ya Îzmîrê Elîf Yerlîkaya (21), diyar kir ku ji bo cinayetên jinan bi dawî bibin ew ê tim li qadan bin û got. "Qanûna jimare 6284'an bi tu awayî pêk nayê. Êdî em naxwazin her sibeh bi cineytên jinan hişyar bibin. Zilamê ku li ber çavê zaroka xwe hevjîna xwe dikuje, hêz û quwetê ji îktîdarê digire. A rast em li dijî îktîdarên ku vê ferasetê xweyî dikin têdikoşin. Li hemû qadên jiyanê em bi feraseta îktîdareke ku jinê bin pê dike re rû bi rû dimînin. Êdî em jin naxwazin bimirin. Çi dibe bila bibe divê xalên di qanûnên vî welatî de cih digirin pêk bên. Heta ev yek pêk neyê em ê tim dakevin qadan û bitêkoşin." 
 
'DIVÊ JIN BIBIN DENGÊ HEVDU' 
 
Endama Tora Parastina Jinê Gîzem Coşkûn jî destnîşan kir ku cinayetên jinan tenê bi qanûnan nayên astengkirin û wiha axivî: "Cinayetên jinan ne munferît in, polîtîk in. Em ê tim û tim bibin dengê Emîne Bûlût û jinên din. Divê jin hemû bibin dengê hevdu. Ji bo cinayetên jinan bi temamî bi dawî bibin pêdivî bi guherîna ferasetê heye. Ji ber îktîdar feraseta oldariyî û nefretî empozeyî mirovan dike jin tên kuştin." 
 
'ÎKTÎDAR ÊRÎŞÎ DESTKEFTIYÊN ME DIKE' 
 
Endama Tora Parastina Jinê Evrîm Çakir jî bal kişand ser kuştina Emîne Bûlûtê û got: "Berpirsiyarê vê kuştinê tenê ne kesê ku ew kuştiye, îktîdara ku êrîşî destleftiyên jinan dike bi xwe ye. Îktîdar dixwaze qanûna jimare 6284'an û Peyamana Stenbolê fesix bike. Lê çi dibe bile bibe em ê bedeng nemînin û serî netewînin." 
 
MA / Esra Solin Dal