Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir

  • jin
  • 13:31 24 Tebax 2019
  • |
img
DÎLOK - - Li Dîlokê Guldane Y. ku li nexweşxaneyê welidî û zarok anî dinyayê, li odeya nexweşxaneyê rastî tundiya hevjînê xwe hat. Guldane Y. bi giranî birîndar bû. 
 
Li Kirikkaleyê di 18'ê tebaxê de Emîne Bulut ji aliyê mêrê pêre hatibû zewicandin Fedai Baran ve bi awayekî hovane li pêş çavan hat kuştin. Hêj kuştina Bulut di rojevê de bû vê carê li NexweşxaneyaDr. Ersin Arslan a Dîlokê dayika 3 zarokan a 28 salî Güldane Y., rastî tundiya hevjînêx we Ahmet Y.  hat. Guldane Y., pişti li nexweşxaneyê welidî û zarok anî dinyayê, Ahmet Y. li odeya serwîsê êrîş kir û Guldane bi giranî birindar kir. Rewşa Guldane Y. giran e.