Jinên TJA’yî bi voleybolê lîstin

  • jin
  • 10:20 10 Tebax 2019
  • |
img
SÊRT - Jinên TJA'yî di çarçoveya kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" bi voleybolê lîstin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" maça weleybolê lîstin. Jinan li Parka Orhan Dogan a li taxa Barişê, maş li dar xistin. Di maçê de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarên Sêrtê, Berîvan Helen Işik, endamên meclîsa jinan û gelek kesên din jî di maçê de amade bûn.