Ji bo girtiyên jin qert şandin

  • jin
  • 15:31 9 Tebax 2019
  • |
img
EDENE - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê şand. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi munasebeta Cejna Qurbanê qertên piştevaniyê ji jinên girtî re şand. Endamên meclisê çûn şaxên PTT'ê yên navçeyên Seyhan û Ceyhanê û qertên ku amade kiribûn ji girtiyan re şandin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîpogûllari li şaxa PTT'ê ya li Edliyaya Edeneyê li ser navê jinan daxuyaniyekî da û diyar kir ku ji ber ku aştiyê xwestine bi hezaran jin hatine girtin û xwest ku cejn bibe wesîleya aştî, biratî û azadiyê.