TJA plana 6 mehan bi jinên Çinarê re parve kir

  • jin
  • 16:59 6 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî kuştin û destdirêjiya jin û zarokan plana 6 melan a çalakiyê ji jinên Çinarê re parve kirin. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 19'ê Tîrmehê de bi şîara “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rape ser piyan" plana çalakiyê bi raya gitî re parve kiribû. TJA li Navenda Jinan a Jinwarê bi jinên Çinarê re kom bûn û plana xwe parve kirin. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Hevşaredar Çinarê Necla Tamriş, nûnerên TJA û gelek jinên din amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li ser girîngî û wateya plana çalakiyan axivî û xwest hemû jin ji bo mafên xwe li kolanan bin.