Jinên Kadîfekaleyê hin bêtir dezgehan dixwazin

  • jin
  • 09:14 6 Tebax 2019
  • |
img
ÎZMÎR – Jinan xwest li semta Kadîfekale ya Îzmîrê bazarên dezgehên jinan zêde bibin. 
 
Li Bazara Hilberînê ya Pagosê ya li taxa Kadîfekaleyê ya navçeya Konaka Îzmîrê ji 90 dezgehên jinan hene. Jin li vê bazarê li ser dezgehên xwe gelek hilberînên çandiniyê, hunera destan û gelek tiştên din difiroşin. Jin hilberînan li malê xwe çêdikin û li ser dezgehên xwe difiroşin. 
 
Aysel Gungormez a ji Koperatîfa Jinan a Urlayê da zanîn ku ji roja bazar vebûye hilberînên ew bi destên xwe li kargehên xwe çêdikin difiroşin û ji hilberînên tekstîlê bigire heta zexîre û hilberînên çandiniyê her tişt li ser dezgehên wan in. Gungormez anî ziman ku rîçal, borek û nanê difiroşe wê bi xwe çêkiriye û ji ber xelk eleqe nîşanî bazara wan dide ew gelek kêfxweş in. 
 
'BILA LI NAVÇEYÊN DIN JÎ BÊN VEKIRIN’ 
 
Îlkay Işik a ku girêdayî Koperatîfa Jinan a Beydagiyê ye jî diyar kir ku wan 12 jinan bi hev re koperatîfê vekiriye û tiştên ew çêdikin û hildiberînin li ser dezgehên xwe difiroşin. Işik got ew cûreyên rîçalan difiroşin û ew ji ber vê bazarê şanaz in. Işik got daxwaza wan ew e ku bazar li navçeyên din jî bên çêkirin û hin bêtir jin dikaribin hilberînên xwe bifiroşin. 
 
'DIVÊ JIN MUHTACÎ KESÎ NEBIN’ 
 
Kubra Çakar a 50 salî ku 55 sal berê ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê koçî taxa Çîmentepe ya Îzmîrê kiriye û karê hunera desta ku ji biçûkatiya xwe ji dayika xwe hîn bûye li bazarê difiroşe û debara xwe pê dike. Çakar da zanîn ku ew dayika 7 zarokan e û got: “Ez debara xwe bi vê bazarê dikim. Divê jin dikaribin li ser pêya bisekinin. Pêwîste muhtacî kesî nebin û ew bi xwe bixebitin. Dema jin muhtacî zilaman dibin wek mehkûmê jiyanê ye.” 
 
'BILA TEZGEH BÊN ZÊDETIRKIRIN’ 
 
Mercan Kayik a 19 salî ku wêneyên ew bi xwe çêdike li bazarê difiroşe jî anî ziman ku ew bi vî karî destekê dide debara malbata xwe û xwest dezgehên jinan hin bêtir bên vekirin û bazar bên avakirin. 
 
‘KARÊ HINGIV TENÊ NE KARÊ ZILAMAN E’ 
 
Nuray Kaya ya ji gundê Dere ya Kemalpaşa her hefte tê bazarê û hingiv difiroşe jî got: “Karê hingiv tenê ne karê zilaman e. Di heman demê de karê jinan e jî. Li şûna em li malê vala rûdinên em tên vir nanê zarokên xwe derdixin. Pêwîste ev bazar zêdetir bibin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal