Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin banga çalakiyên 3'yê Tebaxê kir

  • jin
  • 13:04 31 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin bal kişand ser qirkirina êzidİyan û di salvegera qirkirinê de banga tevlibûna çalakiyan li her kesî kir.

Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin, bi minasebeta fermana 3'yê Tebaxa 2014'an ku hat serê êzidiyên Şengalê bi sernavê 'Bi têkoşîneke gerdûnî dê edalet pêk bê û cihê ku edalet nebe li wir aştî pêk nayê' daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 3'yê Tebaxa sala 2014'an de qirkirinek pêk hat û wiha hat gotin: "Fermana 73’yemîn e ku êzidî pê re rûbirû dimînin."
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku Êzidî li gelek welatên cîhanê wekî penaber dijîn û wiha hat dom kirin: "Me bi zarok û jinên Êzidî re hevdîtin pêk anîn û di encamê de derket holê ku cihê ku dijîn ne ewle ne. Êzidî ji axa xwe û ji çanda xwe bi zorê hatin dûr xistin. Niha li cihê ku dijîn ji bi polîtîkayên entegrasyonê re rûbirûne û xetereya qirkirina çandê re dijîn."
 
Platform di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rêxistinbûn û têkoşîna jinên Êzidî û wiha hat gotin: "Jinên Êzidî bi têkoşîn û berxwedana xwe axa xwe terk nekirin. Meclîsên xwe avakirin. Bi hêza xwe birînên xwe dipêçin. Dîsa komele û meclîsên li Ewropayê jî piştgiriyê didin xebatên jinên Êzidî. Li ser fermanê 5 sal derbas bûn lê heta niha Komîsyona Mafên Mirovan a Netewewên Yekbûyî derbarê komkujiya Êzidiyan çend rapor hebin jî heta niha ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî  (NY) tu tişt nehat kirin."
 
Di daxuyaniya Platformê de qala qetliyamên Zîlan, Dêrsim, Enfal û Pirsûsê hat kirin û wiha hat gotin: "Em bang dikin ku bila roja 3'yê tebaxê wekî 'Roja Têkoşîna li dijî Qetlîamên Jinan' bê qebûlkirin. Banga ku me kirî li gelek herêmên cîhanê cihê xwe girt. Lê bi taybetî ji hêla Federasyona Jinên Êzidî daxwaza 'Roja Çalakiyên li dijî Feminiside'  bê qebûl kirin tê kirin. Li Ewropa, Kanada, Awusturya, Efrîka, Tirkiye û Iraqê tevgerên jinan xwedî li bangê derketin. Em dibêjin ku jinên jî di destê DAÎŞ'ê de be ji, em tucarî xwe azad hîsnakin. Têkoşîna me ya ji bo qebûlkirina 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qetilkirin û Komkujiya Jinê' dê bidomin. Em ê her tim li qadan bin."
 
Daxuyaniya Platformê wiha bi dawî bû: "Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û her wiha em bang li jinan dikin ku di 3'yê tebaxê di saet 11.00’an de di heman wextê daxuyanî bidin, çalakiya bêdengiyê li dar xibin, spî li xwe bikin û kurdeleyên reş xwe ve bikin."