TJA'yê bang li hemû jinan kir ku di 3'ê Tebaxê de cilên spî li xwe bikin

  • jin
  • 13:48 27 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - TJA ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku 3'ê Tebaxê wekî roja komkujiya Êzidîyan qebûl bikin û bang li hemû jinan kir ku di 3'ê Tebaxê de cilên spî li xwe bikin û qurdêla reş bi xwe vekin. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 3'ê Tebaxê salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA anî ziman ku Şengal li Rojhilata Navîn yek ji yekem cihê ku tovên şaristaniyê hatiye avêtin û wiha got: “Li dijî pergala Kapitalist, kokên xwe xurt berdane nava axê. Gelek netew, civak, nijad, bawerî û çand bi hevre li ser vê axê jiyane. Yek ji van gelan Gelê Kurd e. Lê dewletan gelê Kurd di nava xwe de parve kirine. Ziman bawerî, çand û hemû nirxên wan di nava xwe de perçe kirine. Piştî dewletan Kurd di nava xwe de kirin çar perçe, niha pergala kapitalist li ser îtîsmara nijad û ol homojenize dike û diwaze li ser axa Rojhilata Navîn yek ziman, yek çand û yek rengî ava bike."  
 
‘KOMKUJIYA HERÎ DÎROKÎ BÛ'
 
TJA destnîşan kir ku gelê Êzîdî di 3'ê Tebaxa 2014'an de rastî 74’emîn fermanê û komkujiyê hatin û di dîrokê de komkujiya herî dijwar bû bi serê elê Êzidî ve hat. TJA wiha cih da daxuyaniyê: "Bi hezaran sal in, gelê Êzîdî li dijî hişmendiya mêr û serdest, li dijî feraseta netew dewlet a faşizan û militarist têkoşîna hebûna bardewiya xwe berdewam dike. Gelê Ezîdî, herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014’an de rastî fermana 74’an hat. Li ber çavê hemû cîhanê rastî êrîşa îmhayê hat. DAÎŞ'ê li pêş çavê cîhanê xwest civaka Êzidî tune bike. Di 3'ê tebaşê de li dijî êzîdîyan komkujiya herî mezin kirin. Bi hezaran jinen êzîdî kuştin, revandin û kirin koçber. Gelekan di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Rastî êrîş û tundiya hişmendiya zayendperest, nijadperest, zordestiya faşizan û militarist hat." 
 
'HÊZA XWEPARASTINÊ MEZIN DIBE'
 
TJA anî ziman ku 3'ê Tebaxê ji bo civaka Êzidîyan mîlad e û wiha lê zêde kir: “Êzîdî di 3'ê Tebaxê de rastî fermana 74’an hatin. Rastî tunekirinê hatin. Lê wan ev ferman kirin berxwedan û raperîn. Jinên Êzidî, li dijî êrîşa mezin a hişmendiya mêrê serdest, Şengal parastin û îro hêza xweparastinê mezin dikin. Milê parastina cewherî xurt dikin. Di 11-12'ê Adara 2017'an de li bajarê Biefeld ê Almanyayê Konferansa Jinan a Êzîdî ya Navneteweyî hatibû li dar xistin. Jinan 3'ê Tebaxê Roja Têkoşînka li Dijî Komkuiya Jinan pênase kir  Em banga Federasyona Jinên Êzîdî diparêzin. Em 3'ê Tebaxê wekîe Roja feministê pênase dikin. Em li dijî hemû êrîşên bawerî, zayendi, civakî û nijadî yên li dijî jinê radiwestin. Em carek din êrîşa DAİŞ'ê şermezar dikin. Em dixwazin 3 hezar jinên di destê DAIŞ'ê de bi lez bên berdan. Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dixwazin ku 3'ê Tebaxê wekî Roja Komkujiya Êzidîyan bigire dest û qebûl bike. Em bang li hemû jinan dikin ku di 3'ê tebaxê Saet di 11.00’an de cilên spî li xwe bikin û qurdeleyên reş bi xwe vekin."