'Bi nîqaşên der barê nefeqeyê de dixwazin nasnameya jinê tune bikin'

  • jin
  • 09:03 27 Tîrmeh 2019
  • |
img

HATAY – Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku nîqaşên der barê nefeqeyê de bêwate ne û got: "Heta îktîdar vê yekê nîqaş dike, eger peywira xw ebi cih bîne dikare ji bo jinan kar peyda bike. Dikare ji bo wan fonekê çêbike. Tenê sedemeke nîqaşên ji çareseriyê dûr heye; ew jî tunekirina nasnameya jinê ye." 

Hikûmet, dîsa mijara nefeqeyê xist rojevê û nîqaş dike. Endama Platforma Jina ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, mijara nefeqeyê nirxand. Sert, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mafê enfeqeyê pêkanîneke qanûnî ye û ev piştî devjihevberdanê pêk tê. Sert, bilêv kir ku ji bo jin xizan nebe dadgeh nefeqeyê dide. 
 
Sert, diyar kir ku nîqaşên di ser nefeqeyê re tên kirin bêwate ne û got: "Çimkî piştî biryara dadgehê çend parê nefeqeyê tê tahsîlkirin? Çi qas têrî pêdiviyên jinê û zarokan dike? Der barê vê yekê de tu dane tune ne. Nîqaşên heyî nîqaşên stewr in. Heta ev îktîdar vê yekê nîqaş dike, peywira xwe bi cih bîne dikare ji bo jinan kar peyda bike. Dikare ji bo wan fonekê çêbike. Tenê sedemeke nîqaşên ji çareseriyê dûr heye; ew jî tunekirina nasnameya jinê ye." 
 
‘PIR ZEWACIYÊ REWA DIKIN' 
 
Sert, diyar kir ku jin daxilî nav jiyana xebatê nayên kirin û gotinên Wezîrê Aboriyê yê berê Mehmet Şîmşek bi bîr xist ku gotibû: "Ma hûn dizanin rêjeya betaliyê ji bo çi zêde dibe? Çimkî di dema krîzan de mirov bêtir li kar digerin. Nexasim jî di dema krîzan de jin bêtir daxil dibin." Sert, got: "Gotinên wezîrê vî welatî rewşê aşkere dike. Piraniya jinan ji ber şideta aboriyî, bi şideta zayendî û fizîkî re rû bi rû dimînin. Feraseta îktîdarê ji bo pirzewicandinê rew bike, dixwaze rê li ber devjihevdanê bigire. Bi feraseta '4 jin heq e' tev digere. Bi demê re polîtîkayên şidetê yên li hemberî jinê rewa kirin. Niha jî dixwazin pirzewicandinê rewa bikin." 
 
MA / Hamdullah Kesen