Esnafên jin ên Wanê: Karê me nabe, em di zorê de ne

  • jin
  • 09:14 25 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN – Esnafên jin ên Wanê diyar kirin ku ew ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û gotin: “Berê mişteriyên sabît hebûn, lê hemû çûn.” 

Li Tirkiyeyê her ku diçe krîza aborî kûr dibe. Bi taybetî krîza aborî bandorek neyînî li ser esnafên jin dike û dibin mexdûrên krîzê. Esnafê jin dibêjin ku ew êdî nikarin tiştekî bifiroşin û ne jî ew tiştekî bikirin bînin dikanên xwe. 
 
Li Bazara Rûs a li navenda Wanê esnafên jin ji ber krîza aborî ku bandorê li ser karê wan dike bi gazin in. 
 
'TEVAHIYA ROJÊ LI BENDA MIŞTERIYAN IM’ 
 
Fatma Altindag a 15 sal in karê dirûnê û cilên pidikan difiroşe da zanîn ku ew dayika sê zarokan e, hevjînê wê karkerê avahiyan e û ji ber rewşa nebaş a aborî nikare tiştekî bifiroşe. Altindag diyar kir ku sala par wê cilên zarokan ê bi 5 lîreyî difirot îsal bi 15 lîreyî difiroşe û her ku diçe zema tê kirin li pêşiya karê wan dibe asteng. Altindag got tayê par bi 3 lîre û nîv difirot îsal bi 5 lîreyî difiroşe û berê 50-60 cilên gelêrî didirût lê niha cilek jî nadirû. Altindag anî ziman ku ji serê sibê heta êvarê çavê wan li rêya mişteriyane û ji ber kar nabe gelek esnafan dikanê xwe girtine. 
 
‘HER MEH BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIÇE’ 
 
Altindag da zanîn ku ew mehê hezar lîre dide heqê kirê û got: “Bazar berê tije bû. Krîzê bandora xwe li ser însanan kir. Ji ber vê yekê însan êdî nikarin tiştekî bikirin. Li gel ez xwediyê kar im jî min di cejnê de ji nasan pere deyn kir û hilberînan kirî. Her meh ber bi têkçûnê ve diçe.” 
 
‘HERÎ ZÊDE JIN DIN TESÎRA KIRÎZÊ DE NE’ 
 
Dîlara Karabulak a li dikanek biçûk kirasan çêdike û difiroşe jî diyar kir ku ew êdî nikarin qumaş bikirin û wiha got: “Firotin wek berê nîne. Berê min kirasek bi 25 lîreyî çêdikir, lê niha bûye 35 lîre. Her roj tiştek biha dibe. Em hewl didin ku pereyê xwe yên dirûnê derxin. Ji ber fîstan bihabûne êdî însan wek berê nayên nakirin. Jin nikarin ji xwe re kar bibînin. Min wek jinekî dikan vekir, lê ber krîzê nikarim qezenc bikim. Ji bo em xwe li ser peya bigirin me dikan vekir, lê krîzê li me da. Herî zêde jin di bin tesîra vê krîzê de dimînin.” 
 
'MIN DIKANA XWE DERXIST BER FIROTINÊ’ 
 
Çîgdem Kaya a 6 sal e firoşkariya cilên jinan dike jî du sal berê wan karê xwe mezin kir û niha jî karê wan kêm dibe. Kaya da zanîn ku ew nikarin cilekî bikirin û bifiroşin û got: “Hilberînên em dikirin jî bihayê wan zêde nakin. Cilên par min difirot îsal nikarim ji tomerîfiroşî bikirim. Hilberînek par min bi 35 lîreyî difirot, îsal ji tomerîfiroş bi 38 lîreyî distînim. Ez rabim bi 45 lîreyî bifiroşim kes nakire. Em lêçûyînên xwe deynin ser hev, tu neçarî bi wî bihayî bigiroşî. Niha em ji sermayeyê dixwin. Hemû esnaf di vê rewşê de ne. Zivistanê kar gelek xerab bû. Em li bendê bûn havînê baş bibe lê mixabin wisa nebû. Ez difikirim ku dikana xwe ji ber krîza aborî bifiroşim. Lê kesên bikirin jî tune ne. Sedemê krîza aborî bi bihakirina dolaran ve girê didin, lê ne wisa ye kes şer û xeydandina ji welatên din nabîne. Ev krîz li ser hemû jiyana me bandorek neyînî dike. Ji ber vê yekê divê bêtir girîngiyê bidin xebitandina jinan.”