Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin

  • jin
  • 09:06 18 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Li Erdîşê, ji bo Sîbel Varli ya bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû hatibû gotin "întihar" kiriye. Lê dayika wê got: "Keça min întihar nekiriye hatiye kuştin." Xwişka wê Hacer Yildiz jî, diyar kir ku stuyê Sîbelê şikiya bû got: "Kî ev tişt anîbe serê xwişka min divê hesab bide." 

Li Erdîş a Wanê, di 11'ê Tîrmehê de dayika zarokekê Sîbel Varli ya 23 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Hevjînê wê M. Varli di 3 salên zewaca wan de bi awayekî sîstematîk zilm lê dikir û ji ber vê Sîbelê dixwest dev jê berde. Ji ber tahdê lê hatibû kirin du caran li cem cendirmeyan giliyê hevjînê xwe kiribû. Lê belê ji bo mirina Sîbelê hat gotin "xwe întihar kiriye." Dayik Sîbel Çelîk, Sevgul Çelîk jî bawer nake ku keça wê întihar kiribe. Li gorî îdiayên Çelîkê keça wê Sîbel hatiye kuştin. 
 
Dayik Çelîk, bilêv kir ku hîn wexta Sîbel û M. Varli destgirtî bûn diketin qirika hev. Çelîk, anî ziman ku piştî zewiciye hevjînê wê M. Varli tu kar nekiriye û ji ber vê wan alîkariya keça xwe dikir û got: "Keça min digot, ji ber we min nîşan xera nekir. Heta berî bimire bi hefteyekê jî dîsa ev tişt got. Hevjînê wê û malbata hevjînê wê pir heqaret li Sîbelê dikirin. Keça min nikaribû derkeve derve jî. Tu qîmet nedidanê. Ne jê re kinc dikirîn ne jî tiştekî din. Wexta hat mala me, em ew dibir kuafor, kinc jê re dikirîn û pere didanê. Çi lazmatiyê wê hebûna me dikirîn." 
 
GILÎ KIR
 
Çelîk, anî ziman ku ji ber van pirsgirêkan keça wê pir zihîf bibû. Çelîk, destnîşan kir ku ji ber şidet û tahda lê dihat kirin keça wê du caran li Fermandariya Cendirmeyan a Erdîşê giliyê hevjînê xwe kiriye û got: "Piştî gilîkirinê, hevjînê min tevî cendirmeyan çû mala Sîbelê. Wan jî giliyê em kiriye. Wê rojê pir ketine qirika hev. Sîbelê ji min re got 'êdî di nav agir de me, her tiştî bi min dikin.' Hevjînê min dîsa gilî kir. Li cem fermandar li Sîbelê geriyan. Hevjînê min gotibû 'keça min va ez têm ez ê te bibim.' Sîbelê jî gotiye 'ew ji min re pir baş in, tiştekî bi min nakin.' Sîbel a ku digot 'heqaretê li min dikin' nehişt em wê bibin. Keça min nexwest tiştên pê xemgîn bibim bêje. Ez diçim kemoterapiyê. Dizanibû diviya ez xemgîn nebim. Ji ber vê behsa zilam lê dihat kirin nedikir. Wisa difikirim ku hevjînê wê û malbata wî gef lê xwarine û jê re gotine divê tu bêjî 'heqaretê li min nakin.'" 
 
'NE ÎNTIHAR E' 
 
Çelîk, diyar kir ku keça wê di 11'ê Tîrmehê saet di 04:00'an de jiyana xwe ji dest daye û tiştên cînarên wan dibêjin wê rojê Sîbel, hevjînê wê û malbata hevjînê wê ketine qirika hev. Çelîk, got: "Cînaran got, dengê qîrîna wan dihat. Bi ser Sîbelê de diqîriyan. Dema Sîbelê birine malê vê carê dengê qîrîna Sîbelê bihîstine. Gotiye 'Ez dixwazim biçim mala bavê xwe.' Paşê ji nişka ve deng ji wan biriyaye. Ez bawer nakim ku keça min întihar kiribe. Madem keça min xwe kuştiye nexwe çima hevjînê wê û malbata wî xwedî li cenaze derneketin? Reviyan, nehatin enxweşxaneyê. Wexta ji bo wergirtina cenaze em çûn cendirmeyan nehişt em tê kevin hundur. Zarokên min derb kirin. Ma ev edalet e? Wexta me gilî kiribû çma tevdîr negirtin?" 
 
‘GOTIN BI ÇÎTIKÊ XWE DALIQANDIYE' 
 
Xwişka Sîbelê Hacer Yildiz jî bilêv kir a hatiye kirin zilm e û got: "Xwişka min roja sêşemê çû mala xwe, lê roja pêncşemê xebera mirina wê hat. Dema em çûn enxweşxaneyê cendirmeyan kincên xwişka min dan me. Min ji cendirmeyan re got 'ma xwişka min xwe daliqandiye?' Cendirmeyan jî got 'wê aşker bibe?' Tevî dozger me li xwişka min nerî. Çavên Sîbelê vekirîbûn, lêvên wê şîn bûn û wek bûzê bû. Dozger got, Sîbel saet di 20:00'an de xwe bi çîtikê daliqandiye. Lê di pêşraporê de jî têg otin xwişka min xwe bi têlekê daliqandiye." 
 
'DIVÊ SÛCDAR BÊN DÎTIN' 
 
Yildiz, dibêje Sîbelê ne li odeya xwe li odeya xwesiya xwe jiyana xwe ji dest daye. Yildiz, destnîşan kir ku di ambulansê de ji bijîşkan yekî gotiye 'Apo dema em ketin odeyê keça te li erdê bû û çîtika wê li cem wê bû. Qama keça te li dor metre û 60 santîmî ye. Eger biçe ser wê nivînê jî nagihîjê. Her wiha ger dilê wê û întiharê hebûya diviya kursiyek daniya ser nivînan. Lê li odeyê sandalye tune bû. Ode ne belawela bû.' Her wiha Yildizê, bilêv kir ku dozger jî gotiye stuyê Sîbelê şikiyabû. Yildiz, got: "Dema mirovek xwe daliqîne stû dişikê. Tiliyên wê venedibûn, destê wê nîvvekirîbû. Serê tliyên wê mor bibûn. Kî ev tşt anîbe serê xwişka min divê hesab bide. Em ê bişopînin. Kî kuştibe û kî bûbe sedema mirina wê divê derkeve holê. Xwişka min ji jiyanê hez dikir. Em edaletê dixwazin. Ne miroveke ku întihar bike." 
 
MA / Ayşe Surme