Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin

  • jin
  • 14:29 16 Tîrmeh 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Fermandariya Cendirmeyan a Dîkîlî, bêyî ku tu hincetekê nîşan bide, Qempa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve bê lidarxistin, qedexe kir. 

 
Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Dîkîl3ı ya Îzmîrê, bêyî ku tu hincetekê nîşan bide, Qempa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve 3’yemîn sale li dardixe, qedexe kir. Tora Parastina Jinan, derbarê qedexeyê de li ser hesabê xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya Tora Parastina Jinan wiha ye:
 
“Bi rojane em, parlementer, şaredariya Dîkîlî û welatî, dixwazin ku derbarê qedexeyê de belgeyek nivîskî nîşan bidin, lê ev daxwaz me her tim tê redkirin. Îro me bi Platforma Jinan a Dîkîlî re, hevdîtin bi qeymeqamtiyê re kir. Lê bi tu awayî bersivek erênî ji bo me nehat dayîn. 
 
EM DESTÛR NEDIN KU ASTENG BIKIN 
 
Niha em nêzî 20 jinan li avahiya qeymeqamtiyê ne. Heya ku pirsgirêk çareser nebe, emê ji avahiya qeymeqamtiyê dernekevin. Em niha bi Platforma Jinan a Dîkîlî, parlementer, şaredariya Dîkîlî û hin jinan re hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin. Bêyî ku em navber bidin em amadekariyên xwe yên qempê dewam dikin. Em bang piştevaniyê li hemû jinan dikin.”
 
Li aliyê din, hevdîtinên derbarê mijarê de dewam dikin.