Aboriya komunal ava dikin

  • jin
  • 09:27 16 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Li Bismilê, şaredariyê 100 donim erd tahsîsî 50 malbatî kir û ev malbat hewl didin bi keda jinê aboriya komunal ava bikin. Wê jin berên xwe yên şîn bên bêyî navbeynkaran li bazaran bifiroşin. 

Li Bismilê, di sala 2014'an de şaredariya BDP'î li qeraxa Çemê Dîcleyê erdên beyar ajotin. Piştî di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin projeya heyî hat sekinandin. Lê belê piştî hilbijartina 31'ê Adar a 2019'an projeya navbirî dîsa pêk hat. Di çarçoveya vê projeyêd e şaredariyê 100 donim erd tahsîsî 50 malbatî kir. Malbat li nav vî erdî firingî, xiyar, îsot, bacanên reş, xirtik û şebeş çandin. Jinên ku di meha Gulanê de dest bi çandniyê kirin, niha li nav erd tevrikê û avdaniyê dikin. Piştî ev ber bigihên wê jin bêyî di navberê de navbeynkar hebe berên xwe li bazaran bifiroşin. 
 
Her wiha ji xeynî baxçe 16 donim rez jî heye û wê derameta vî rezî di navbera 50 malbatî de bê parvekirin. 
 
‘EM DIXWAZIN ABORIYA KOMUNAL AVA BIKIN' 
 
Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, diyar kir ku erdên aîdî şaredariyê ji bo azadiya aboriyî dane welatiyan û got: "Ji bo jinên Bismilê armanca me ew e ku di terhê kooperatîfbûyînê de em destekê bidin malbatan. Pêşî me ev proje pêk anî. Niha nêzî 50 malbat sûdê ji vê projeyêd igirin. Em ê hewl bidin hejmara van bax û baxçeyan zêde bikin." 
 
Ozer, bilêv kir ku gelek merheleyên vê projeyê hene û got: "Armanca me ew e ku em hejmara van malbatan ji 50 bikin 200 malbatî. Wê ev bi tenê bi çandiniyê neyê sînordarkirin. Em ê berênd estkariyê yên jinan jî li dor kooperatîfan bînin cem hevdu." Ozer, diyar kir ku bi vî awayî ew helw didin aboriya komunal ava bikin. 
 
KEDA JINÊ
 
Nesîbe Ûygûn ku yek ji wan jinên ku sûdê ji vê projeya navbirî digire, diyar kir ku ev proje bi armanca aboriya komunal pêk hatiye û ew dixwazin bi vê projeyê hêza jinê derxin holê. Ûygûn, got: "Armanca me tenê ne ew e ku em li vira firingî û îsotan deynin. Em dixwazin hemû jin bi hev re bixebitin. Em dixwazin feraseta baviksalarî ku naxweze keda jinê bibîne ji holê rakin û em bang li hemû jinan dikin ku bên li vira bixebitin." 
 
Amîne Kûtlay jî, diyar kir ku di 2014 û 2015'an de jî di nav vê projeyê de cih digirt û bilêv kir ku ew niha avdaniyê dikin, tevrikê dikin û ew dixwazin bi vî awayî hêza jinê derxînin holê. 
 
‘EM DEBARA MALA XWE DIKIN' 
 
Dayika 6 zarokan Hatîce Oner jî bilêv kir ku wexta qeyûm hat tayînkirin erdê wan ji wan hatibû stendin û betal mabûn û got: "Li vira em her tiştî bi hev re dikin. Em hildiberînin û em difiroşin. Em bang li hemû jinan dikin ku werin li vira bixebitin." Her wiha Oner, anî ziman ku ji ber vî karî dike pir kêfxweş e û got, ew bi derameta bi dest wan dikeve debara malbata xwe dikin. 
 
MA / Fethî Balaman