Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 10:28 14 Tîrmeh 2019
  • |
img
WAN - Sîbel Varli ya li Erdîşê bi rêk û pêk rastî tundiyê dihat, bi şik û guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Navçeya Erdîş a Wanê, Sîbel Varli ya 23 salî, berî 2 rojna bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên malbatê, Varli ya dayika du zarokan û ziwicîbû, ji ber ku bi rêk û pêk rastî tundiya hevjînê xwe dihat, dixwest hev berdin. Malbatê, da zanîn ku Varli berî jiyana xwe ji dest bide, bi hevjînê xwe re nîqaş kiriye. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên Meclîsa Jinan û şandeya pê re çûn teziya Varli. Jinan di teziya Varli de sersaxî ji malbatê re xwestin. Parlementer Orhan, dûre axaftinek kurt kir. 
 
‘ÎNTÎXWAR KUŞTINÊN JINANE’
 
Orhan, diyar kir ku dinava mehekê de, li Wanê du jin ber bi întîxarê ve hatin rêkirin û wiha got: “Em van mirinan weke întîxarek ji rêzê nagirin dest. Sedem û kesên ku jinan ber bi întîxarê ve dibin hen. Ev hemû întîxwar kuştinên jinane û cinayetin. Piştî mirina Sîbel Varli jî, gelek gumanên cuda hene. Emê şopdarê vê bûyerê bin. Piştî lêkolînên edlî û otopiyê, emê raya giştî bi awayekê berfireh agahdar bikin.”
 
  Li aliyê din, Canan Akar a li taxa Paçan a navçeya Peyîzava dijiya jî, di 2’yê Tîrmehê de, bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da bû.