Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide

  • jin
  • 09:04 14 Tîrmeh 2019
  • |
img
EDENE - Meryem Karalok ku ji ber nikare dev ji hevjînê xwe yê bi salane tahdê lê dike berde, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Edeneyê didomîne. Karalok, diyar kir ku hevjînê wê gefan lê dixwe û dibêje ew ê her sê zarokên wê bikuje. Wê Karalok, bi desteka jinan ji bo dev ji hevjînê xwe berde serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide. 
 
Meryem Karalok, 17 sal in bi Cerrah Karalok re zewicandî ye. Lê belê hevjînê wê heta niha tim tahdê lê dike. Karalok, ji bo dev ji hevjînê xwe berde 5 sal berê li Dadgeha Malbatî ya 7'an a Edeneyê doz vekir. Lê belê dadgehê bi hinceta "tu qisûra kesê doz lê hatiye vekirin nehatiye etspîtkirin" daxwaza Karalokê red kir. Lê belê Karalok, ji bo dev ji hevjînê xwe berde têdikoşe û li ber Edliyeya Edeneyê çalakiya wê didome. 
 
'GEFAN LI MIN DIXWE, DIBÊJE 'EZ Ê ZAROKÊN TE BIKUJIM'' 
 
Karalok, destnîşan kir ku naxwaze wekî jinên din li nav kuçeyê ji aliyê hevjînê xwe bê kuştin. Karalok, bilêv kir ku hevjînê wê gefan lê dixwe û dibêje wê her sê zaarokên wê bikuje. Karalok, got: "Ez û zarokên xwe bi mehan di nav betaniyekê de raketin. Hayê kesî ji van tiştan tune ye. Min butoneke panîkê bi kar anî, çim? Nexwe çima ew buton dan min? Dizanin gef li min tên xwarin. Tiştên niha nikarim bilêv bikim hemû di îfadeyên min ê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Edeneyê de hene." 
 
Karalok, destnîşan kir ku bêbextî lê hatine kirin û got: "Bang li rayedaran dikim; dengê min bibihîsin, min ji vî zilamî xelas bikin. Hîn jî gefan li min dixwe. Niha jî bi ser malbata min de diçe. Li sê zarokên xwe dinerim. Bi salan e paqijiya nav malan dikim. Bi vê bêbextiyan dixe stuyê min. Êdî behecşm. Êdî bûye ku ji mirinê jî natirsim. Lê naxwazim mirina min bi destê vî zilamî be, dixwazim bi emrê Xwedê bimirim. Naxwazim çavê min bi vî zilamî bikeve. Dixwazim ev doz biqede." 
 
Endama Mor Dayanişmayê Pelîn Çeîçek ku di sal in doza Karalokê dişopîne, diyar kir ku ji bo Karalok karibe dev ji hevjînê xwe berde têdikoşin, lê belê bi çavê serê xwe bûne şahid ku daraz di dozên jinên mexdûr de tu mueyîdeyê pêk nayne û ev yek jî rasterast girêdayî polîtîkayên hikûmetê yên der barê jina ye. 
 
WÊ SERÎ LI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN BIDE 
 
Çîçek, anî ziman ku dema ew jin bên cem hevdu û bitêkoşin wê bi ser bikevin û got: "Em jin bi hev re xurtir in. Ger doza Meryemê bi devjihevberdanê bi dawî bibe wê ev wêrekiyê li jinan peyda bike. Wexta em li dijî ferzkirinan derkevin wê bibe mîna ku em çawa bi ser dikevin. Niha em hewl didin ku ji bo vê dozê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. Ev doz tenê ne doza Meryemê ye, doza hemû jinên tahde li wan tê kirin û mafên wan tên bin pê kirin bixwe ye. Eger Meryem bi ser bikeve wê jin hemû bi ser bikevin. Ji bo piştgiriyê em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê dozê derkevin." 
 
MA / Hamdullah Kesen