Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye

  • jin
  • 09:01 14 Tîrmeh 2019
  • |
img
ÇEWLIG – Li Çewligê, jin nanê tendûrê difiroşin. Nanên ku li tendûrên jê re kûzik tên gotin û ji dema ermenan maye tên xistin yek ji nanê herî xweş ê Çewligê ye. 
 
Li Çewligê, jin nanê tendûrê difiroşin. Nanên ku li tendûrên jê re kûzik tên gotin û ji dema ermenan maye tên xistin yek ji nanê herî xweş ê Çewligê ye. Li van tendûren nanê birûn, şilikî û loş tê çêkirin. Ev nan tenê ne bala şêniyên Çewligê, bala turîstên tên bajêr jî dikişîne. Her wiha ev nanên li vira tên çêkirin heta Ewropayê jî tên şandin. 
 
ROJÊ 400 NAN 
 
Lutfiye Badûr, par tendûr çêkiriye û niha nan lê dixe. Li Çewligê 7 tendûrên bi vî rengî hene û yek jê jî li Taxa Yeniyê ye û ya Badûrê ye. Badûr, rojê 400 nanî li tendûrê dixe.
 
Badûr, diyar dike ku li Çewligê ev çand ji dema ermeniyan maye û dibêje: "Tê bîra min nayê bîra min tendûr heye. Berê di binî erdê de bûne. Piştî ermeniyan şêniyên herêmê ev çend berdewam kirine. Li hin deveran hîn jî tendûr di bin erdê de ne. Heta çend sal berê jî li Çewligê li nav taxan tendûr hebûn. Jinan bi dorê tnanê xwe lê dixist. Lê belê hatin rakirin, niha tune ne. Ji ber hinekî zehmet e mirov dev jê berdan, lê belê ê me em hîn jî lê dixin."
 
DIŞÎNIN EWROPAYÊ JΠ
 
Badûr, bilêv dike ku sibehê esnaf û şêniyên taxê li benda nanê tenûrê disekinin  û ew heta 6'ê êvarî nan lê dixin. Badûr, dibêje: "Wexta nan biqede dîsa hevîr dikim û nan çêdikim. Eger neqede em ên heyî difiroşin. Kesên ji bajarên din tên jî nanê tenûrê dikirin. Bi piranî sibehê pir tê firotin. Li vira ez ne bi tenê me. Ên ji nanê firnê hez dikin nanê firnê ên ji ê tenûrê hez dikin ê tenûrê dikirin. Nexasim jî çewligiyên ji Ewropayê tên pir he ji vî nanî dikin. dema diçin jî bi xwe re dibin. Her wiha em ji bajarên derdorê re jî dişînin." 
 
Badûr, diyar dike ku ew heba nan bi lîreyekê didin lê belê kîsê arvan di nav salekê de ji 76 lîreyan bûye 110 lîre û mehê 350 lîre jî ehqê kirê dide. Badûr, bilêv dike ku ji ber her tişt biha bûye bi zorê debara xwe dikin. 
 
Badûr, destnîşan dike wekî her kesî krîz tesîr li wan jî kiriye û dibêje: "Berê wexta min nan bi lîreyekê difirot rewş baş bû, lê niha bi lîre û nîvê difiroşim dîsa tiştek di dest min de namîne. Heqê êzingan, havên, av, xwê, kirê, ceryan, kaxez û kîsikan jî heye. Eger rê li ber jina bê vekirin em ê tiştên baş bikin." 
 
MA / Arjin Dilek Oncel - Aydın Atay