Hevşaredarên HDP'î: Em ê hewl bidin jinên hepsî malê hatine kirin xwedî gotin bin

  • jin
  • 09:01 13 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Hevşaredarên HDP'î ku ji bo saziyên jin û navendên ciwanan ên qeyûm girtibûn ji nû ve vekin zend û bend bandan, gotin: "Em ê hewl bidin ku jinên hatine hepskirin xwedîgotin bin." 

Piştî qeyûm hatibûn tayînkirin gelek sazî û navendên çandê yên ciwanan hatibûn girtin. Lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê şaredarî ji qeyûman stendin, niha hewl dide saziyên hatine girtin dîsa veke. 
 
Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca û Hevşaredara Bajaroka Kaniyahenê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, destnîşan kirin ku ji bbo bibin bersiva daxwazên jin û ciwanan çi ji destê wan bê wê bikin. 
 
Hevşaredar Gulîstan Sonuk, diyar kir ku li Êlihê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Selîsê, midûriyetên jinan û kompleksên werzîşê hatine girtin û got: "Navê jinê ya li komplkesa werzîşê rakirin û kirin kopmlekseke tevlihev û jin ji vira hatin dûrxistin. Jin, bi her awayî ji şaredariyê hatin dûrxistin. Wekî her derê li Êlihê jî hemû amûr û alav tahsîsî emniyetê û saziyên din hatin kirin." 
 
‘ÎNTIHARKIRIN JINA ZÊDE BÛ' 
 
Sonuk, destnîşan kir ku piştî li Êlihê saziyên jina hatin girtin şideta li hemberî jinê û întihar zêde bûn. Sonuk, anî ziman ku çimkî saziyeke ku jin pirsgirêkên xwe lê bilêv bikin neman û got: "Dema jin ji bo derdê xwe û prigirêkên xwe vebêjin çûn bi zilaman re rû bi rû man. Wexta diçûn emniyetê an jî şaredariyê bi zilaman re rû bi rû diman. Her wiha ev tişt di darazê de jî wisa ye. Loma jinan çareserî di întiharê de dît." 
 
Sonuk, bilêv kir ku niha ew hewl didin li Êlihê wê pira di navbera jinan û aşredariyê de ji nû ve ava bikin û ew ê deverên jinan ên hatine dagirkirin dîsa radestî jinan bikin. 
 
‘DAXWAZÊN CIWANAN' 
 
Sonuk, destnîşan kir ku ji xeynî vê qeyûman êrîşî zimanê kurdî û navendên çandê yên ciwanan jî kiriye û got: "Saziyên me yên bi zimanê zikmakî perwerdehî didan hatin girtin. Navendên ciwanan û çandê hebûn. Li wir perwerdehiya entrumana, perwerdehiya bi kurdî û îngilîzî hebû. Li Navenda Çandê ya Biharê ciwan ji wan tibîhetên xirab dûr ketibûn û li vira xwe didîtin. Lê qeyûm ew der jî girt. Ji ber vê ciwan dîsa ber bi tiryakê û araqê ve çûn. Wê navenda çandê dîsa bê vekirin. Niha hin kursên me dest pê kirine. Em ê li gor daxwazên ciwana tev bigerin." 
 
‘ÊDÎ GEL DIKARE BIÇE ŞAREDARIYÊ' 
 
Hevşaredara Şaredariya Kop a Mûşê Eylem Sarûca jî, diyar kir ku di dema qeyûm de gel nikaribû biçe şaredariyê lê belê niha gel dikare biçe şaredariyê. Sarûca, bilêv kir ku li Kopê jî saziyên jinan hatine girtin û got: "Her wiha hevalên me yên jin ên covaknas jî ji kar hatibûn avêtin. Nêzî 102 personel l şaredariyê hebûn, lê belê ji evana tenê 8 jê jin bûn. Pêşî zilam girtine kar. Her tiştî bi feraseta baviksalarî kirine." 
 
XEBATÊN JI BO JIN Û CIWANAN 
 
Sarûca, destnîşan kir ku di dema qeyûman de mal û milkên aîdî saziyên jin û ciwanan hatine hîbekirin, lê belê ew ê tiştên hatine hîbekirin û tahsîskirin dîsa bistînin. Sarûca, got: "Em dixwazin şaredarî bi her awayî li ber gel vekirîbe. Fikr û raman çi dibe bila bibe ewm dixwazin li ber hemû jinan vekirîbe. Em naxwazin tenê xîtabî derdorekê bike. Her wiha navendeke me ya ciwanan heye. Li Kopê gelek ciwan hene û gelek jê jî betal in. Em ê navendên xwe yên ciwanan dîsa bistînin û ji bo ciwanan veguherînin qadên civakiyî. Her wiha em ê midûriyeta jinan vebikin. Em ê bi vî awayî hewl bidin ku jinên hepsî malê hatine kirin bibin xwedîgotin. Cihekî me yê bazarê heye, lê niha nayê bikaranîn. Em ê wê vebikin û hewl bidin jin karibin lê bixebitin."