Taşdemîr: Wê pêşengê rêya sêyem jin bin

  • jin
  • 09:14 12 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku di komcivîna partiya wan de ew li bersiva pirsa "em ê demokrasiya xwecihî çawa ava bikin?" geriyane û got: "Nexasim jî derket holê ku siyaseta rêya sêyem ku wê azadiya jinê pêşengiya wê bike û avakirina qadên demokratîk girêdayî rêveberiyên herêmî ye." 

 
HDP'ê di navbera 4-7'ê Tîrmehê de li Wanê "Komcivîna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk" li dar xist. Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, nîqaşên di komcivînê de hatine kirin nirxandin. 
 
Taşdemîr, bilêv kir ku di du rojên ewil ên komcivînê de pêşengiya jinê ya di rêveberiyên herêmî de hatiye nîqaşkirin û got: "Nexasim jî em li ser feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk û ekolojîk hûr bûn ku wê jin vê ferasetê çawa pêk bînin. Her wiha pergala hevserokatiyê û wê bi vê pergalê re çawa wekhevî, azadî û edalet pêk bê hat nîqaşkirin." 
 
'WÊ JIN BIBIN PÊŞENGÊ RÊYA SÊYEM' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku ew ê ders ji tecrûbeyên berê derxînin û li gor vê tişta nû ava bikin û got: "Di komcivînê de em li bersiva pirsa 'em ê demokrasiya xwecihî çawa ava bikin?' geriyan. Me nîqaş kir ku divê jin demokrasiyê birêxistin bikin. Derket holê ku hêleke demokrasiya xwecihî jin in û divê li taxan bê avakirin. Nexasim jî derket holê ku siyaseta rêya sêyem ku wê azadiya jinê pêşengiya wê bike û avakirina qadên demokratîk girêdayî rêveberiyên herêmî ye." 
 
'JI BO JINAN XWEPARASTIN E' 
 
Taşdemîr, bilêv kir ku di komcivînê de îktîdar, qoltix, mewkî, serdestî, dûrketina ji civakê, di siyasetê de cihê jinê jî hatine nîqaşkirin û got: "Tê xwestin jin hepsî malan bên kirin. Di serdemeke ku taciz, tecaziw û îstismarkirina zarokan pir zêde bûye de, girîngiya têkoşîna jinê pir derdikeve pêş. Ji ber derket holê ku divê em bi têkoşîna jinê tevî gel ji bo pêşketina siyaseta demokratîk tev bigerin. A rast rêxistinbûyîna li herêmê ji bo jinan xweparastin e. Yanî dema hûn taxa xwe birêxistin bikin, dema hûn kuçeya xwe birêxistin bikin û dema hûn cihê xwe yê kar û qadên din ên jiyanê birêxistin bikin, wê rê li ber şideta li hemberî jinê jî bê girtin. Piştevaniya di navbera jinan de wê pirsgirêkên civakiyî çareser bike. Ji bo ji herêmê ber bi navendê ve siyaset şikilekî bigire, hêza jinê pir girîng e. Em abwer dikin ku wê bi vê komcivînê siyaseta li Tirkiyeyê biguhere. Çimkî em bawer dikin ku wê ev demokrasiya xwecihî li tevahiya welat berbelav bibe." 
 
'DIVÊ EM ŞAREDARIYAN BIKIN QADÊN TÊKOŞÎNEKE DEMOKRATÎK' 
 
Taşdemîr, bilêv kir ku wexta têkoşîn bibe malê civakê wê bi xwe re azadî, demokrasî û edaletê jî bîne. Taşdemîr, destnîşan kir ku divê ji şaredarîvaniya klasîk wirdetir şaredarîvaniyeke nû derkeve holê û got: "Di warê rêveberiyên herêmî de hin kêmasiyên me çêbûn. Li hin deveran gel nehat birêxistinkirin, gel daxilî nav liv û tevgerên demokratîk nehatin kirin, kar û bar tevî gel nehatin birêvebirin û ber bi şaredarîvaniyeke klasîk ve çû. Helbet gelê me jî ev tişt rexne kirin. Divê em evan tiştan nîqaş bikin û dersekê ji wan derxînin. Bi dirûşmeya li dijî feraseta rêvebirina ji navendê, bi feraseta demokrasiya xwecihî me dest avêt rêveberiyên herêmî. Di vî warî de guherînên cidî rû dan. Çimkî feraseta qeyûm ne feraseteke ji rêzê bû. feraseta dagirkirinê bû." 
 
Taşdemîr, bilêv kir ku ew ne tevgereke jina ya bi tiştên kirine pesnê xwe bidin, bereksê vê ew tevgereke ku tiştên nehatine kirin tespît dikin û got: "Di 4 salên dawî de jin hepsî malan hatin kirin, taciz, tecawiz û îstismarkirina zarokan pir zêde bû. Divê em vî tiştî ji vê yekê derxînin; nexwe di warê têkoşîna demokrasiyê de me tam jin birêxistin nekirine. Loma divê di serdema nû de em tevahiya gel daxilî nav pêvajoya demokrasiya xwecihî bikin û pirsgirêkan çareser bikin."