Danişîna Şûle Çet dest pê kir

  • jin
  • 14:09 10 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE - Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Hakan Kar ê di Doza Şûlê Çet de, rapor pêşkêşî şandeya dadgehê kir, diyar kir ku derdora vajînayê DNA’ya aîdê zilamekê hat tespîtkirin. 

 
3’yemîn danişîna bersûc Berk Akand û Çagatay Aksû yên di doza Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê, rastî êrîşa zayendî hatibû û bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest bû, li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir. 
 
Bi vedîtinên di DNA’yê de derketin holê re û di çarçarveya îdîanameya darbarê Berk Akand û Çagatay Asû hat amadekirin de, bi sucdariya “Bi zanebûn kuştin” û “êrîşa zayendî û ji azadiyê mehrûm kirin” cezayê muebetê û heya 39 salan cezayê girtîgehê ji bo bersûcan tê xwestin. 
 
Danişîn li salona 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Bersûc Berk Akand û Çagatay Asû dibin ewlekariyek zêde de anîn danişîne. Parêzserên Baroya Enqerê, Baroya Stenbolê, Baroya Îzmîrê, Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan, endamên MYK’a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Parlementerên CHP’ê Alpay Antmen û Gamze Taşçier, gelek sazî û rxistinên jinan danişîn şopandin. Bavê Şûşe Çet îsmaîl Çet û birayê wî Şenol Çet jî di salona danişînê de amede bûn. Hat dîtin ku ji derveyî serokê dadgehê, guhertin di şandeyê de hatiye  çêkirin û dozgerê dozê jî hatiye guhertin. 
 
Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir. Dest pê kê Prof. Dr. Hakan Kar ê di Beşa Zanista Bingehîn a Tipa Edlî ya Zanîngeha Mêrsînê de dixebite, rapora piştî keşfa cihê bûyerê amade kiribû, pêşkêşî şandeya dadgehê kir. 
 
Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Hakan Kar ê di Doza Şûlê Çet de, diyar kir ku derdora vajînayê DNA’ya aîdê zilamekê tespît kirine.
 
Danişîn bi parastina parêzeran dewam dike.