'Zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wek qehreman nîşan dide'

  • jin
  • 16:03 9 Tîrmeh 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmeranê ya Mêrdinê bal kişand ser qetilkiran jinan û îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan. Platformê diyar kir ku zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wekî qehreman nîşan dide, lê jin li dijî zîhniyeta serdest dê têkoşîna xwe mezin bikin. 

Platforma Jinan a Şahmeranê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên Platformê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê Fîgen Altindag, hevşaredarên navçeyan, endamên Komeleya Jinan a Rosa û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku li Parka Karayoluyê dê bihata dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin û ne hiştin ku jin li vir daxuyaniyê bidin. Jinan li ber avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan pankart û dowîzên "Jin jiyane jiyanê nekuje" vekirin. 
 
'SÛCDAR BI KÊMKIRINA CEZAYAN SERBEST DIBIN'
 
Li ser navê jinan Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrdînê Eylem Amak a endama Platformê ye daxuyanî xwend. Amak diyar kir ku bi tevahiya cîhanê, bi taybetî li Tirkiyeyê û her wiha li Mêrdînê polîtîkayên pergala zayendperest dibe sedema kuştinan. Amak da zanîn ku sûcdar wekî her car bêceza dimînin û wiha got: "Polîtîkayên şer û şîdetê her tim dibin sedema taciz, tecawiz, îstîsmar, zext, zordarî, newekhevî û mirin e. Lê tedbirên ku li dijî wan pêkutiyan tê girtin jî kêm in. Kujer bi kêmkirina cezayê azad dibin û betîr dibin sedema qetilkirina jinê."
 
'KUJER Û ÊRÎŞKARAN WEKÎ QEHREMAN NÎŞAN DIDIN'
 
Amak bal kişand ser daneyên şideta li dijî jinan, tecawiz û îstîsmarkirina zayendî yên li Mêrdinê derketine holê û got: "Li Şemrexê 4 zarokên du salan bi îstîsmara zayendî û îşkenceyê re rû bi rû man. Tecawizkarê ku 50 sal cezayê girt, ji hêla dadgehê ve cezayê wî hat xirabkirin û bê ceza ma. Her wiha dîsa li Şemrexê jina bi navê Rojda hat qetilkirin û kujer serbet hat berdan û bêceza ma. Her wiha di hefteya borî de li Qoserê jinêk li ber çavê zarokên xwe hat kêrkirin û êrîşkar bang li rojnamegeran kir 'Divê hûn baş dîmenê min bigirin'. Ev tişt tê wateya ku zîhniyeta serdest, kujer û êrîşkaran her tim wekî qehreman nîşan didin."
 
‘LI DIJÎ ŞIDET Û BÊCEZAKIRINÊ EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN' 
 
Amak di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê her kes baş bizane ku têkoşîna ku jin û rêxistina jinê dide dê her tim li dijî polîtîkayên dewletê ya bêceza hiştinê dê bidome. Em bang dikin ku divê kujer û êrîşkar bêceza nemînin. Her wiha têkoşîna me ji bo jiyaneke azad a ji bo zarokan dê bidome. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."