Jinan bang li şandeya dadgehê kirin ku ‘cînayetê asteng’ bike

  • jin
  • 15:39 9 Tîrmeh 2019
  • |
img

EDENE – Jinên endamên Piştevaniya Mor piştgirî dan Meryem Karalok ku bi salan e rastî lêdana hevjînê xwe tê, her çend dixwaze hev berdin jî, nikare hev berdin û bang li şandeya dadgehê kirin ku “Ne tenê ji hev berdanê, cînayetê jî, asteng bikin.”

Cerrah Karalok, bi salan e, bi rêk û pêk tundiyê li Meryem Karalok a bi hevre zewicine dike. Meryem Karakol ji bo hevjînê xwe berde berî 5 salan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê doz vekir. Dadgehê bi hinceta qisûr nehat dîtin daxwaza Meryem Karalok red kir. Karalok li ser vê yekê li pêş Avahiya Xizmetê Hejmar yek a Pêvek a Edliyê dest bi çalakiya şermezar kirinê kiribû. Çalakiya şermezarkirinê ya Karalok dewam dike. 
 
Karalok a hîna jî rastî gefên hevjînê xwe yê dixwaze wî berde tê, diyar kir ku rapora derbê ya di destê wê de, têra berdanê dike û ev delîlek mezine. 
 
Karalok, da zanîn ku ji bo piştgiriyê wê bang li hemû jinan kiriye, lê tenê endamên Piştevaniya Mor dengê wê bihîstine. Karalok daxwaza xwe ya berdena hevjînê û ji bo ku gefên li ser wê bi dawî bibin nû kir. 
 
Endamên Piştevahiya Mor, diyar kirin ku ew li gel Karalokin û ev bang li şandeya dadgehê kirin: “Qanûnên ku we derxistine, me jinan naparêzin. Daraz, ji bo jinan edaleta rast bi cih nayîne. Ne tenê ji hev berdanê, cînayetê jî asteng bikin.”