Parêzer wê rapora pisporan a Şule Çet pêşkêşî dadgehê bikin

  • jin
  • 10:02 9 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE - Parêzer wê di danişîna 3'emîn da doza Şule Çet de rapora pisporên saziya tipa edlî pêşkêşî dadgehê bikin. 

3’yemîn danişîna bersûc Berk Akand û Çagatay Aksû yên di doza Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê, rastî êrîşa zayendî hatibû û bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest, wê di 10'ê Tîrmehê de li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Danişîna yekemîn di 6'ê Sibatê de hatibû dîtin. Bersûc Berk Akand û Çagatay Aksu, bi îdîaya "Bi zanebûn kuştiye" û “êrîşa zayendî" bi daxwaza cezayê muebbetê û 39 sal cezayê hepsê tên darizandin. Di danişîna 15'ê Gulanê de heyetadadgehê salek şûnde biryar da ku li cihê bûyerê keşifê bikin. Heyetê qebûl nekir ku bersûc û heyeta ku li ser bedena Çet lêkolîn kiriye biçin cihê bûyerê. Piştî danişînê 3 kesên pêsan û Pisporê Saziya Tipa Edlî Prof. Dr. Hakan Kar û Prof Dr. Çaglar Özdemir,  li cihê bûyerê keşif kirin û rapor amade kirin. Parêzerên Çet wê rapora ku heyetê amade kiriye sibê pêşkêşî dadgehê bikin. 
 
Parêzera doza Çet Umur Yildirim, diyar kir ku wê di 10'ê Tîrmehê de rapora ku Kar û Ozdemîr amade kiriye wê pêşkeşî heyeta dadgehê bikin. Yildirim, da zanîn ku ne pêkan e carek din bûyerê dubare bikin û wiha got: "Derket holê ku bersûcan nekariye delîlan reş bikin. Di dosyayê de hêj delîl tên reşkirin. Di dosyayêde kijan delîl hatiye reşkirin emê li dadgehê bînin ziman. Dayika bersûc Aksu ji bo kurê wê bê berdan, bi kesekî re peyman çêkiriye. Diyar kiriye ku kurê wê hatiye xapandin. Ev îfade di qeydan de derbas dibe. Em hevî dikin ji niha û şûnde xisûsên ku edaletê xera bikin û rûnedin. Ji bo rastî derkeve holê çi ji destê me bê emê bikin." 
 
MA / Berivan Altan