Hevşaredarên jin ji bo projeyên xwe pêk bînin zend û bend badan

  • jin
  • 09:10 9 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Hevşaredarên jin ên HDP'î behsa projeyên xwe yên dê pêk bînin kirin. Hevşaredarên jin bilêv kirin ku saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin û pasîfkirin ji nû ve vedikin û wê xizmetên wan ên di vî warî de dewam bikin. 

 
Hevşaredarên jin ên di hilbijartina 31'ê Adarê de hatin hilbijartin, behsa texrîbatên qeyûman, tiştên dê piştî qeyûman bên kirin û projeyên dê pêk bînin kirin. 
 
TEMSÎLIYETA WEKHEV
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, bilêv kir ku îcraata ewil a qeyûman hedefgirtina saziyên jinan û bêerkirina van saziyan bûye. Korkmaz, got: "Bi girtina van saziyan pergala hevserokatiyê jî hedef hat girtin. Ji encamên hilbijartinê jî diyar dibe ku gelê Êlihê pergala hevserokatiyê qebûl kiriye. Em tecrûbeyên xwe jî esas digirin û dibên em ê karibin çi bikin. Em çi bikin wê tevî biryara gel bê kirin." Korkmaz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê yek ji bajarên hejmara betaliyê lê zêde ye yek jê jî Êlih e û armanca wan a sereke ew e ku ji bo ciwan û jinan qadên îstihdamê biafirînin û got: "Bi vê re armanca me ya sereke ew e ku em temsîliyeta jinê li hemû qadan pêk bînin." 
 
Hevşaredara Erxenî ya Amedê Meryem Yildiz jî, bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got: "Ferqa HDP'ê ya ji partiyên siyasî yek jî di rêveberiyê de jin xwedî gotin in. Em li welatekî ki bi salan e bi feraseta tekparêz tê birêvebirin dijîn. Lê HDP, li hemberî vê ferasetê alternatîfek e. Pergala hevserokatiyê ew e ku li hemû qadên jiyanê rengê jinê xwe bide der. Armanca me ya sereke temsîliyeta wekhev e. Ji bo fê em dêbijên 'gelo bi vekirina midûriyeta polîtîkayên jinan em dikarin ji bo jin daxilî nav jiyana aborî bibe û asta serwextbûyînê zêde bibe çi bikin?' Di vî awarî de em bi awayekî çalak tev dixebitin." 
 
‘EM Ê PIRTÛKXANEYAN VEKIN' 
 
Yildiz, destnîşan kir ku ew li gor daxwazên jinên erxeniyî dixebitin û got: "Pêdiviya jinên taxê bi çi hebe em ê li gor wê bixebitin. Ne bi polîtîkayeke sûkî, em xebata daxwazan esas digire esas digirin. Niha li Erxeniyê tişta ewil tê xwestin qadeke ku jin karibin bêhna xwe lê bidin. Ji bo vê em tev digerin. Hat xwestin ji bo jinan qadên werzîşê bên afirandin. Me jî li taxê komplekseke werzîşê vekir. Jinên ciwan jî doza pirtûkxaneyê kirin. Niha em hewl didin li taxab pirtûkxaneyên prefabrîk vekin. Her wiha em hewl didin ji bo jinan firina nan vekin. Gelek projeyên me hene. Ji bo ev pêk bên xebatên me didomin." 
 
‘EM Ê KOOPERATÎFÊN JINAN AVA BIKIN' 
 
Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz jî, anî ziman ku qeyûman tenê ne di warê maddî di warê manewî de jî texrîbateke mezin kirine û di nav du salan de şaredarî veguheriye qereqolê. Yilmaz, got: "Dema em çûn şaredariyê tişta ewil me dît girtina saziyên jina bû. Li Qoserê Midûriyet û Navenda Piştevaniyê ya Jinê hebû. Qeyûm navê navendê guherand û navê 'hanimelî' lê kiribû. Yanî ji nav jî dixuyê ku qeyûm xizmeta feraseteke baviksalarî kiriye. Helbet aramanca me ya ewil ew bû ku em vê texrîbata qeyûman ji holê rabikin. Karê me yê ewil ew bû ku em ji bo avakirina kopperatîfên jinan tev bigerin da jin di warê aborî de azad bin. Em niha ji bo vê tev digerin."