Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê: Ewlekariya canê 258 jinan di talûkê de ye

  • jin
  • 15:18 8 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, diyar kir ku din ava 4 mehan de 954 jinan serî li wan dane, 418 jin rastî tundiya fîzîkî hatine, hezar û 716 zarok rastî tundiyê hatine û ewlekariya canê 258 jinan di talûkê de ye. 

Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê ku ji Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Pêkanîna Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Derûnasên Mezopotamya, Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKSÛM), KESK û Odeya Bijîşkan pêk tê, bi armanca balê bikişîne ser cînayetên jinan ên li bajêr pêk hatin, rapora  ku amade kiribû ji raya giştî re aşkere kir. Daxuyanî li Komeleya Jinan a Rosa hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Meral Daniş Beştaş, Saliha Aydeniz, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Ebrû Gunay, Hevşaredarên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Rêveberên jin ên HDP’ê, hevkarên torê, Aktivîstên TJA û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl beşdarî daxwuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de, bi armanca balê bikişînin ser tundî û cînayetên li dijî jinan kincên reş û xemrî li xwe kirin, qûrdeleyên xemrî yên li ser “Jin jiyane jiyanê nekûje” bi xwe ve kirin. 
 
‘CINAYETÊN JINAN ZÊDE BÛNE’
 
Berî xwendina raporê li ser navê jinan Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Gurbet Yavûz daxuyaniyek kurt da û wiha axivî: “Li bajêr dinava du mehên dawî de herî kêm 3 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Cînayetên jinan polîtîkin. Pergala ku tundiyê pêş dixwe, nikare jinan biparêze. Jin bi pergaleke ku bêedaletiyê re rû bi rû ne. Di salên dawî de li cîhan û Tirkiyeyê tundî û cînayetên jinan pir zêde bûne û ev yek mirovan ditirsîne. Ji bo ku em xwe bigihînin hemû jinên rastî tundiyê hatine divê em hewl danên xwe mezintir bikin.”
 
‘DI NAVA 4 MEHÊN DAWÎ DE 954 JINAN SERLÊDAN KIRIN’
 
Piştî daxuyaniyê, endama Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş rapora meha Adar û Hezîranê ya Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê xwend. 
 
Erguneş, bal kişand ser amadekirina raporê û wiha axivî: “Di nava 4 mehan de 954 jinan serlêdan kirin. Di vê pêvajoyê de 3 jin li bajêr hatin qetilkirin. Jinên xwe gihandin saziyan, dinava malbat û ji derveyê malbatê, rastî tundiya fîzîkî, zayendî, aborî, derûnî, civakî û dîjîtal ên zilaman hatine. Dinava 954 serlêdanan de, 701 jin bi pergalî rastî tundiya derûnî hatine, 418 jin rastî tundiya fîzîkî hatine û 160 jin rastî tundiya zayendî hatine. 301 jin jî tim rastî tundiy aborî hatine û 129 jin jî her tim rastî tundiya civakî hatine. Di heman demê de 9 jin rastî tundiya dijital hatine û ewlekariya canê 258 jinan dibin talûkê deye. 6 jin ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û 106 jin ji bo di stargên jinan de bimînin serlêdan kirine.” 
 
Erguneş di dewama raporê de ev xal rêz kirin: 
 
"*Hejmara serlêdana saziyên piştgiriya tora tundiyê gihaşt 954'an. 
 
*Di çar mehan de sê jin hatin qetilkirin. Jinên ku gihaştin saziyê, diyar kirin ku ew hem di nava malbatê de hem jî li derve, bi tundiya aborî, zayendî, derûnî, civakî û ya dijital rû bi rû tên hiştin. 
 
*Ji 954'an 701 kes diyar kirin ku ew bi tundiya derûnî her rû bi rû dimînin. 
 
*418 jin rastî tundiya fîzîkî hatine
 
*160 jin rastî tundiya zayendî hatine. 
 
*301 jin jî tim rastî tundiy aborî hatine. 
 
*9 jinî diyar kirine ku ew bi tundiya dijîtal rû bi rû hatine hiştin. 
 
*258 jin bi kuştinê rû bi rû ne. 
 
* 6 jin ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. 
 
*106 jin dixwazin li stargeha jinan bimînin. 
 
*Li got daneyên Navneda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di 4 mehan de 716 zarok bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin. 
 
*Li bajarê me di 4 mehên dawî de 526 zarok teşwîqî sûc hatine kirin."
 
Erguneş, di dawiya raporê de wiha got: “Dewlet di warê tundî û cinayetên jinan de berpirs e. Pergala jinê naparêze, tundî her ku diçe zêdetir dibe. Jin ji ber bêzabûnê bi sîstema ku jê ne bawer e rû bi rû tê hiştin. Cinayetên jinan her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku li Amedê tundiya li ser jinê û cinayetên jinê her ku diçe zêde dibin, me di 8'ê Adarê de Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê deklere kir. Me diyar kir ku em ê bi STK'yan têkoşînek hevpar bidin. Daneyên ku em ê îro bi were parve bikin encama vê xebatê ye."