‘Bila îdîaya tacîza li Zanîngeha Mûnzûrê ronî bibe'

  • jin
  • 14:49 8 Tîrmeh 2019
  • |
img

DERSÎM – Platforma Jinan a Dersîmê, li dijî geşedanên tacîzê yê Zanîngeha Munzurê li avahiya KESK'ê daxuyanî da û xwest der barê Cem Tekînoglu de lêpirsîn bê destpêkirin û îdîa bên ronîkirin. 

 
Platforma Jinan a Dersîmê, li dijî geşedanên tacîzê yê Zanîngeha Munzurê li avahiya KESK'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Meral Yildiz daxuyanî da. Yildiz, diyar kir ku li Tirkiye bi taybetî di salên dawî de li saziyên cemaweriyê de bûyerên tacîz zêde bûne û bi dehan bûyerên tacîz û tecawizê pêk hatin. Yildiz, anî ziman ku gelek caran li Dersimê têkildarî tacîz û tundiya li dijî jinê agahî ji wan re hatine û wiha got: "Ji ber polîtîkayên bê cezakirinê mixabin em her roj rastî agahiyên tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan tên. Em her roj dibin şahidê. Em êdî naxwazin şahidiya tundiya tacîz û tecawizê bikin. Ji bo cezayê pêwist bê dayîn û rê li pêş vê tundiyê bê girtin em bang li hemû kesên rayedar dikin ku erka xwe pêk bînin. 
 
‘BILA WALÎ GAVÊN PÊWIST BAVÊJE' 
 
Yildiz, herî dawî têkildarî tundî û tacîza li Zanîngeha Munzurê jî bang li Walîtiya Dersimê kir û xwest gotina xwe pêk bîne û wiha got: "Walî got ‘Em dest bi lêpirsîna edlî û îdarî dikin. Tişta pêwist wê bike." Em bang li Walitiyê dikin ku gavên pêwist pêk bînin.  Ji ber sersarî û îhlalê mafê jinan tê binpêkirin. Di serdemê berê de Cem Tekînoglu bernamzetê AKP'ê yê parlamenteriyê bû. Divê neyê ji bîr kirin ku xwendekara rastî tundiyê hatiye ji ber tirsan tiştek negotiye. Ger ku dîsa sersarî nêzîk bibe neyê cezakirin wê îhmaliya li dijî jinê dîsa zêde bibe. Em wekî platforma jinan heta bûyer ronî bibe emê bûyerê bişpînin."