Hesinkar Gulcan Akin: Îlhama min Kawayê Hesinkar bû

  • jin
  • 09:08 5 Tîrmeh 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Gulcan Akin Felekoglû hesinkeriyê dike, anî ziman ku wê îlham ji efsaneya Kawayê Hesinkar girtiye û ji zarokatiya xwe ve vî karî dike. 

Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê Gulcan Akin Felekoglû (38), hesinkeriyê dike. Bi navê "Akin Ferforge" ya atolyeyeke Akinê û hevjînê wê heye û li vê atolyeyê bi destan şikil dide hesinan. Akin, 12 sal in vî karî dike. 
 
Akin, anî ziman dema wê dest pê kiriye ewilî pê zor hatiye û got: "Hêz û sebir divê. Her wiha cêwiyên min hene. Hem bi wan re eleqedar dibûm hem jî min karê xwe dikir. Nexasim jî dema min dest bi bikaranîna makînaya spîralê kir, bi rastê jî min xwe ditewand û bi kar dianî. Bi giraniya xwe te ber bi erdê ve dikişîne. Makîneyeke ecêb e, dibe ku di nav destê de biteqe û bi vê dikare nêviyê ruyê te bibire. Lê diviya netirsiyama û ji derheqê vî karî derketama. Di dema xebatê de tenê spîral zehmtiyê dide min. Lê her ku dibînim hesin şikil digire hewesa min zêdetir dibe." 
 
ÎLHAMA WÊ EFSANEYA KAWAYÊ HESINKAR BÛYE 
 
Akin, bilêv kir ku wê îlham ji efsaneya Kawayê Hesinkar girtiye û piştî efsane xwendiye wateyeke din li hesin bar kiriye. 
 
Di vî karî de tişta ewilî Akinê tengijandiye, pêşdarazî bûne. Gelek kesên ew li dikanê dîtine jê re gotine 'Çi karê te li vira heye? Ev karê zilama ye. Xwişka qey hevjînê te ne li dikanê ye?' Akin, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî wê dev ji vî karî bernedaye û bêtir bi ser de çûye û axirê hîn bûye. 
 
‘WEXTA EM ŞIKIL DIDIN HESIN EM KÊFXWEŞ DIBIN' 
 
Akin, got: "Hesin tiştekî hişk e, lê kesên li ser dixebitin bêtir mirovên humanîst in. Di hesin de li tilsimê geriyam. Berê hesin ji min re pir hişk dihat. Lê bi destdana jinekê bikaranîna hesin pir girîng e. Wexta min ji hevjînê xwe re got, dixwazim bi te re bixebitim, min got naxwazim bibim hosteyê hesinan dixwazim şikil bidim hesin. Her cara şikil didim hesin pir kêfxweş dibim. Wexta şikil didimê dibînim ku vediguhere tiştekî pir xweşik." 
 
Her wiha Akin, destnîşan kir ku bi saya vî karî hin pêşdarazên di civakê de jî şikandiye û got: "Li ber vê nêrîna hêla a civakê û pêşdaraziyên mirovan, çakûç li sindan dixim. Her cara ku çakûç li sindan dikeve hîs dikim ku hestek din jî têk diçe. Loma dixwazim di vî warî de xwe pêş ve bixim." 
 
MA / Nimet Olmez